Rojnameya Ronahî

Pêşangeha 2. ya berhemên herêmî

Leylan RESO/Qamişlo

Bi durişma “Ji Pîşeyê Ekolojîk ber bi Xwexwdîkirinê ve” pêşangeha 2. ya berhemên herêmî ya bakur û rojhilatê Sûriyê li Stada Kilasîko ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Ev pêşangeh çalakiyeke salane ye, ji hêla Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê ve bi koordîneya Yekîtiya Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê doh bi beşdariya 60 kargeh û hevparên ji tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat vekirin. Di pêşangehê de van kargehan xwerek û madeyên pîşesaziyê yên herêmî pêşkêş kirin.

Armanca vê pêşangehê ew e ku di çarçoveya siyaseta cihêrengkirina bingehê aborî û jêderên debarê de, hilberîn û berhemên xwecihî nîşan bide û pişgiriya wan bike.

Derbarê mijarê de çavdêra karê destan ya Wezareta Çandê Cîhan Ebid Elxefûr wiha axivî: “Cara yekê ye ku em tevlî pêşangehan dibin. Armanca me ji vê tevlîbûnê ew e ku gel van berheman nas bike. Lewra bi pêşketina teknelojiyê re pîşeyê destan ber bi windabûnê ve çû. Lê niha em vî pîşeyê jinûve zindî dikin.”

Pêşangeh wê heta 14`ê Hezîranê bidome. Pişt re wê 19`ê Hezîranê li Hesekê li dar bikeve.