Faruk Sakik
Me di di 10’ê Hezîranê de, di Stêrk Tv de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan guhdar û temaşe kir. Ji bo ku di navbera kurdan de şerek neqewime, bi kelecanek lava û rica dikir û digot: “Em ji şer natirsin, em ji şerê nav xwe yî ditirsin”
Herkes ji vê yekê ditirse. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015’an ve ji bo vî şerî bide destpêkirin bê sekin fîtne û fesadiyan dike.
Ev 3 salên dawî bi du vê leyîzkê ketî. Bi taybet dixwest bi dagirkirina Heremên Parastina yên Medya de dest bi vê siyaseta xwe bikin.
Ji bo vê yekê jî ji PDK’ê alîkarî xwest. Bi Zînê Wertê destpêkirin. PDK hin bargehên nû avadikir, li ser bargehan ala PDK’ê berz dibû, lê di avahiyan de jî esker, îstixbarat û çeteyên Tirk hebûn.
Di van qereqolan de amadekariya êrişên mezin dikirin. Dema ku artêşa tirk dest bi êrişan bikira wanê jî ji vêderê taqviye bida wan.
Dema ku di 24’ê Nîsanê de êrişên li ser Avaşîn, Zap û Metînan dane destpêkirin, ew ji xwe bibawerbûn ku wê di demek kurt de encam bigirin.
Nebû.. gerîlayên Kurdistan bi lehengiyek mezin bersiv dida. Artêşa Tirk, nedixwest wek Garê bi têkçûnek vegere mala xwe. Ji bo vê yekê jî li rê û rêbazek digeriya.
Biryar dan û xwestin gerîlla û PKK’ê di nav civaka kurdan de wek kujerên hêzên PDK’ê nîşanbidin.
Di 5’ê Heziranê de sewqiyata hêzên girêdayî PDK’ê ku li hawara dewleta Tirk diçûn, li herema Metînin rastî teqînek hatin. 5 hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk a dagirker bi bombekirina konvoyê bi kuştina 5 hêzên PDK’e yî wê şerê kurd û kurdan bida destpêkirin.
Geşedanên îro jî didin xuyakirin ku dewleta Tirk di vê niyeta xwe de bi serketî jî.
Navenda ragihandinê ya HPG’ê jî bi daxwiyaniyek van îdîayan red kir. Bûyer di demeke kurt de zelal bû. Hêzên PDK’ê ne di şerekî de, lê di teqînek din de yan jî di bomberana balafirên şer ên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane. Piştî vê daxwiyaniyê dewleta Tirk ket dewrê.
Li ser daxwaza Tirkiyê medya nêzikî PDK’ê dest bi nûçeyên derew kir. Bê ku lêkolînek bike PKK tawanbar kir.
Ev rêbaz ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibû ceribandin. Îroj dixwestin civaka kurd fêrî van derewên medya bikin.
Êdî heroj, di medya PDK’ê de agahiyên peşmergeyên ji aliyê PKK’ê ve hatinin revadin anjî hatin kuştin derdiketin.
Dewleta Tirk a di şerê piskolojîk de pirsporbû û îro medya nêzî PDK’ê perwerde dikir.
Manşetên medya nêzikî PDK’ê li Enqerê têne destnîşankirin. Ji bo şerê kurd û kurdan bide destpêkirin agahiyên dezîformasyon belav dike.
Li asumanên Başûrê Kurdistan niha mijek tarî heye. Ev jî bi xwe re metirsiyek tîne.
Gelek kurdên ji şerê xiyaneta salên berê re şahidî kirine û ji wê demê ders girtinin, hewldidin ku dîrok xwe dubare neke. Lê mîkrofonên wan yên axftinê di studyoyên Televizyonan de têne qûtkirin.
Dîsa herkes bang û di daxwiyaniyên xwe de behsa bila şerê kurd û kurdan destpêneke dikin. Bang qîm nake…
Dive ew PDK ya dibin bandora rejima Tirk de mayî were îknakirin. Me di gotin û di çavên Karayilan de ew jidilî dît. Lê dive ev jidilî yek alî nebe. Anjî ev jidilî, dive hêzek û enerjiyek wisa bide me, em bikaribin PDK’ê îkna bikin.






