“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Ev nêzî pêncî rojî ye li herêma parastina medeya weke Metîna, Zap, Avaşîn û Mamreşo êrîşên dagîrkeriya tirkî li van herêman şerê tinekirina Girîlayên PKK’ê dike. Cara yekê di salên 1983an êrîşa dagîrkeriya tirkî bi navê “Şopandina Germ li dijî başûrê Kurdistanê bi behaneya PKK’ê hat destpêkirin. Ji wê rojê heta niha ji 40î zêdetir êriş li ser gelê Başûr û axa Kurdistanê çêbûne. Di her êrişê de, rayedar û fermandarên dagîrkeriya tirkî behsa tinekirina PKK’ê kirine, lê weke gotina pêşiyên me : “Derba ku te nekuje te bihêz dike”. Ev rastiya ku îro heyî di vê hevoka Pêşiyên me Kurdan de veşartî ye.
Bi dehan êrişên bejayî li ser axa başûrê Kurdistanê çêbûne, bi hezaran êrişên hewayî bi balafirên şer û yên bêpîlot hatine kirin. Her çiqas zerera vî şerî jî çêbûbe, lê di esasê xwe de, dagîrkeriya tirkî ti carî bi ser neketiye û wê bi ser jî nekeve. Dîsa weke di kevneşopiya Osmaniyan û berdwamiya wê dagîrkeriya tirkî dike, dijminatiya gelê Kurd weke çandekê di desthilatdariya tirkî de hatiye rûniştandin. Lewra faşîzma tirkî AKP’ê û MHP’ê çiqas êrişan bikin û çendî rastiyan berovajî nîşan bidin, rastiya xwe fedireşin. Bi beweriya me pir normal e ku desthilatiyek û miletekî bi xwînmijiya gelan heyanî roja îro hatiye û xwe jiyan dike. Lê di vê pêvajoyê de, tişta sosret û divê were teşîrkirin û ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebulkirin nêzîkatiya PDK’ê û malbata Berzanî ye.
‘Ne ji PKK’ê bûya, wê Başûr nebûya’
Çawa ku roj bi bêjingê nayê girtin, rastiya ku ne ji PKK’ê bûya PDK jî nedima ji her kesî ve diyar e. PKK ka çiqas li bakur xwedî derketiye wisa li Başûr, Rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî xwedî derketiye. Ev ne propaganda ye heqîqeta ku PKK’ê jiyan dike û keda ku hatiye nîşandan vê rastiyê radixe ber çavan. Bi qasî PKK’ê li Colemêg, Amed, Mêrdîn, Dêrsim, bajar û bejayiyên bakurê Kurdistanê li dijî dagîrkeriyê şer kiriye, li başûrê Kurdistanê, li Mexmûr, Kerkûk, Mûsil, Şingal Xaniqîn û Celewla jî, ji bo axa pîroz û rûmete gelê Kurd li dijî DAIŞê şer kiriye. Ev heqîqeteke nayê veşartin. Ev rastî ne alîgirên PKK’ê dibêjin, gelê Behdîna û herêma Berzan jî vê baş tînin ziman û dibêjin ne ji PKK’ê bûya wê aramiya 30 sal in em jiyan dikin nebûya. Tiştê ji destê PKK’ê hat ji bo başûrê Kurdistanê pêşkêş kir. Weke rêzdar Murat Karayilan gotî em ji bo vê yekê ne poşman in. Çi êrişa li ser xaka başûrê Kurdistanê hatiye yan berî PDK’ê yan jî li rex hev di yek sengerê de şerê dagîrkeriyê hatiye kirin.
Mînaka vê yekê jî ji rayedarên PKK’ê Karayilan got, di sala 1991ê de, li Behdîna li Batofa, Dêrkar û herêmên Zaxo yên yekem fişek li dijî rêjima Beesê avêtî û herêm ji rêjima Beesê paqij kirî gerîlayên me bûn”. Ev rastî dide diyarkirin bi hebûna PKK’ê, hebûna başûrê Kurdistanê heye û Kurdistan yek parçe ye ne çar in.
‘Rastî tehl e, lê ti carî nayê veşartin’
Li hemberî van rastiyên ku li ber çavê hemû civaka Kurdistanê, gelo PDK’ê çi pêşkêşî parçeyên Kurdistanê kiriye û ji bo PKK’ê bi taybetî çi kiriye? Ji bo rojhilatê Kurdistanê tasfiyekirina rêveberên PDK-İ weke Ehmed Tewfîq û Silêman Moînî êşek e ku nayê jibîrkirin. Tesfiyekirina Dr Şivan û Seid Kirmizîtoprak û hevalên wan kulek e di dilê her Kurdî de ye. Qetilkirina şervanê ARGK’ê di nexweşxaneyên Hewlêrê di sala 1997an de lekeyeke reş di eniya PDK’ê de ye. Şerê xiyanetê yê sala 1992an û şerê 1997-1999an çawa PDK’ê êriş bir ser gerîlayên PKK’ê weke roniya rojê ye kes nikare veşêre.
Mixabin, rastî anîna ziman bi qasî raya giştî tê agahdarkirin bi qasî vê yekê dilê mirovayiyê dêşîne. Li gel van hemû rastiya PDK’ê di şerê 50 rojî yê dawî li Metîna û Avaşîn, careke din bi zimanê dijmin û bi rêbazên dagîrkeriya tirkî êrişî tevgera azadiyê dike û li çiyayê Metîna PKK’ê bi kuştina çekdarên PDK’ê sûcdar dike. Rastî tehl e, lê ti carî nayê veşartin






