Zehra TUNÇ
Dema deshilatdar dixwazin civakekê bixin despêkê jinan û paşî xwezayê hedef digirin. Li Başûrê Kurdistanê jî di van demên dawiyê de amadekariyek wiha hatiye kirin û bi êrîşên 23’ê Nîsanê re hîn zêdetir di her alî de şînber bûye. Bi despêkirina êrişên hewayî û bejayî yên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re aliyên wê yê şerê taybet jî pêre derketiye pêş. Di kesayeta jinê de hewil didin civakê bê îtibar bikin û bixin. Ji ber van kiriyaran, pêre jî qeyîrana aborî û civakî ya bi her awayî li ser civakê tê sepandin her roj jin yan tên kuştin yan jî neçar dimînin xwe bikujin.
Di daxuyaniya 17 saziyên jinan û civaki ya li hemberî fihuşê di rojên derbasbûyî de li Silêmaniyê hatî dayîn gelek xalên balkêş hebûn. Di nava civakek ewqas girtî de kafeteriya û cihên taybet ji bo fihuşê hatine amadekirin û hemû kes ji van rewşan hayîdarin, li gel wê jî bertekek bi qasî tê xwestin dernakeve. Ev jî tê wateya ku ji berê de amadekariya van xebatên xirakirina hoyê civakî hatine kirin û niha bi despêkirina şer re hîn zêdetir lez dayînê. Saziyên jinan bi wê daxuyaniyê banga di ferqêdebûn û li nirxên xwe yên civakî xwedî derketinê li her kesê kirin. Jinan gotin ku divê kafe û cihên taybet ên ji bo fihuşê hatine vekirin demil dest bên girtin û dawî li van kirêtiyan bê anîn.
Di aliyê ekolojiyê de jî her roj bi tonan bomba li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê dibarînin. Gelek caran di nûçeyên hatin servîskirin de em hîn bûn ku çekên kîmyayî jî di navê de gelek gazên cuda li wan herêman dixebitîne. Ev hemû dibe sedema korbûn û tunebûna bi hezaran curên ajal û nebatan. Li gel wê jî darên weke dara berû yek ji sembolên giring ên herêmê ne kirine malê bazirganiyê û dibirin. Dara beru ya ku bi hezarê salan weke vê erdnîgariyê bi qewîbûna xwe tê zanîn û şahidî ji gelek êrîşkarên weke van re kiriye niha cardin ketiye ber pencê kok qelandinê. Dibe ku gelek tişt dîtibe lê weke vê carê rastî bûyerek wiha ji kokê de qut kirinê nehatiye.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê, li gel siyasetmendar, parlementer û kesayetên naskirî yên di ferqa vê ji hev xistina civakî û wêrana xwezayî de her roja diçe dengê xwe bilind dikin û banga mezinbûna berxwedanê dikin. Bi van nerazîbûnan re bi qasî tê dîtin hikumeta Herêma Kurdistanê ji xwe ji berê de ev daristanên qewî firotine. Ew hevkarên dizî û hemû qerêjiyên li ser civakê tên sepandine, ji ber wê jî ketine telaşa bêdengkirina welatiyan û dewama nelirêtiyan.
Herî dawî Dayikên Laçik Spî jî li hemberî karesata civakî û xwezayi ya tê kirin rabûn û bi gotina “Em heqê xwe li hevkarên dagirkeran helal nakin” berê xwe dan saziyên peyîwendî dar. Ev helwesta dayikan gelek giring û di cîh de ne, ji ber ên herî zêde ji destê hevkariya dijminên welatê xwe kişandine û ewladên xwe di şerên navxweyî de winda kirine dayikin, ji bo wê jî hewceye her kes li wan guhdarî bike û piştevaniya gotin û çalakiyên wan bike.






