Zekî Bedran
Li Sûriyê hilbijartin çêbû û Beşar Esed bi piraniyeke ku di demokrasiyan de nîne dîsa hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê wê li Sûriyê çi biguhere? Beşar Esed çi soz ji gel re dabûn? Bêguman ne soza demokrasiyê û aştiya nevxweyî bû. Dixwaze bi saya hêzên piştgiriya wî kirîn, dîsa vegere salên berî 2011an. Dema berî 2011an ya rejima yek partiyê ka çawa bû û çi bi gel dida kişandin li ber çavan e. Eger ev rejimek û modeleke rêveberiyê ya pir baş bûya Sûriye nediket vê rewşê.
Wê Esed demeke din di rêveberiyê de bimîne. Mesele ne manyîn yan nemayîna wî ye. Mesele sîstema rêveberiya wî ye. Tişta ji bo berjewendiyên gel biguhere çi ye? Hilbijartin bû. Yê bi ser ketî serkeftina xwe ragihand. Lê bi gel re heyecan û hêviyek heye? Tişteke wisa nayê dîtin. Di aboriyê de başbûnek nîne. Beşeke welat di binê dagîrkeriya tirkî de ye. Di gel wê bi dehhezaran kesên çekdar li cem xwe digire. Wisa xuya dike ku paşroja Sûriyê hinekîbi helwesta Emerîka û Rûsya ve girêdayî ye.
Digel van pirsgirêkên giran rêveberiya Şamê naxebite ku bi rêveberiyên gel yên bakur-rojhilatê Sûriyê re pirsgirêkan bi riyên demokratîk û aştiyê çereser bike. Lewra Rêveberiya Xweser her tim dibêje, em ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne. Lê Şam li şûna çareseriyê li benda roja xwe ye ka wê çawa Rêveberiya Xweser qels bike yan jî wan herêman tevlîhev bike. Ku wê di encamê de îradeya gel bişke yan jî xwîn biherike diyardeyên wisa ji bo wan ti qîmetê wan nîne. Her tişt xistiye nava slogana “Her tişt ji bo desthilatdariyê.”
Ambargoya li ser Sûriyê û pirsgirêkên aboriyê yên giran bandorê li herêmên xweser jî dikin. Ji ber van pirsgirêkan Rêveberiya Xweser meha Gulanê bihayê hin tiştan zêde kir. Rêveberiyê nikarî wê rewşê baş bimeşîne. Nikarî ji gel re rave bike. Di encamê de sînordar be jî hin protestoû daxwazî çêbûn. Ji ber demokratîkbûna rêveberiyên xweser gel rehettir dikarin bertekên xwe diyar bikin û daxwaziyên xwe ragihînin. Di çalakiyên aştiyane de ti pirsgirêk nînin. Hina hewl da ji pirsgirêkên gel û protestoyên wan sûdê bigirin û tevlîheviyê derxin. Hin ji wan çeteyên DAIŞê û çeteyên din bûn. Hina di cî êrişî bendên asayişê kir û xwestin derdorê biroxînin û bisotînin. Hin ji wan jixwe hatine naskirin. Lê li Minbicê bi taybetî hin kesên ji istixabarata rejimê û yên bi rêxistin kirîn gel anîn lîstika xwe. Êrişî bendên asayişê kirin. Protestoyên aştiyane yên komên bisînor ber bi êrişkariyê ve birin. Yên ji rejimê re dixebitin xwestin ji vê rewşê sûdê bigirin. Bi taybetî ji bo ku rêveberiya xweser biroxînin û herêmê careke din bixin binê nîrê rejima Şamê ketin tevgerê. Xwestin rewşa şer derxin. Ne li xema wan e ka çiqas mirov mirine, êşa gelê xizan çiqas zêde bûye. Ku ji bo armanca wan ya siyasî rewş guncaw bibe bes e.
Li herêmên xweser rewşa gel ya aborî ji herêmên di destê rêveberiya Şamê de pir baştir e. Meaşê li van herêman ji yê Şam dide çend qatan pirtir e. Bê çewsandina gel û çerxa bertîlê gel jiyana xwe didomîne. Lê ku rewşa gelemperiya Sûriyê û ambargo li ber çavan bê girtin, pirsgirêkên rêveberiyên xweser jî hene. Ev tev hê nehatine çareserkirin. Gel dikare meseleyên xwe nîqaş bike. Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe dixebite xizmetê bike. Istixbarata Tirkiyê û çeteyên wê herwiha istixbarata Şamê û ragihandina wê her tim di nava hewldana tevlîhevkirina herêmên xweser de ne. Li hemberî van herêman xebateke dijminane haye. Ji bo geş û gurkirina gel û tevlîheviyê li benda firsetekê ne.
Divê gelên li herêmên xweser qîmetê demokrasiya tê de dijîn baş bizanin. Tirk û yên li Şamê dijîn, derdekî wan yê gel, aştî û demokrasiyê nîne. Bi sedhezaran bûn goriyên şerê navxweyî. Ku hin din jî bimirin ma ji bo wan derd e? Ku desthilatdariya wan bidome weke din ne girîng e. Dewleta tirkî jî û rêvevberiya Şamê jî miliyetgiriyê bi kar tînin. Dixwazin Kurd û Ereban bi hev bidin qirkirin. Li Heleb, Lazqiye û Idlibê yên ketîn pêsîra hev bi giranî civaka Ereb bû. Hêzên serdest ji bo berjewendî û desthilatdariya xwe her tiştî helal dibînin. Divê Rêveberiya Xweser rêxistinkirin, ronahîkirin û perwerdekirina gel piçûk nebîne. Li dijî rêveberiya damokratîk ya hatî avakirin xebata roxandinê heye. Bûyerên derketîn ji bo rêveberiyê bûne şiyarî. Wisa xuya dike ku têkildarên mijarê tevan ji bûyerên bûyîn ders derxistine.






