Ahmet Aktaş
Sed sal çêbû ku ev dewleta Tirkan, li ser jenosîda gelan hatiye damezrandin. Tê zanîn, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Pontûs, Laz, Rûm û herî dawî jî Kurd çawa di qirkirinê re derbas kirine.
Yên ji ber şûrên wan yên jenosîdê filitîbûn jî, yan koçber kirin yan bi asîmileyê kirine Tirk. Yê bi tevayî ji holê nehatibin rakirin, qirkirin û tirkkirin Kurd in. Ew jî ji ber ku jimara wan gelek bû û hinekî jî li ber xwe dan.
Ji ber wê niha dixwaze wê pêvjoya jenosîda Kurdan ya nîvçemayî temam bike. Van êrîşên evqas giran û berfireh li ser Kurdistanê, bi bêwijdanî û bêexlaqî didin meşandin, ji bo vê armanca xedar e.
Helbet li kîjan deverê destkeftî hebin yan jî têkoşîn ber bi serkeftinê ve biçe, êrîşên xwe li wan devaran dijwartir dikin. Mînaka Rojava û Başûr li ber çavan e.
Erê, êdî dewleta Tirkan, çendî dijminê Kurdan û mirovayiyê ye, herî kêm ji aliyê Tevgêra Azadiyê û gelê Kurdistanê ve hatiye naskirin û têkoşîna xwe ya birûmet jî didin meşandin. Ev zelal û eşkere ye.
Lê ya dilê mirovan diêşîne û dixelîne, helwesta hinek rêxistinên kurdî ne û hinek zirdewletên cîhanî ne. Ew rastiya heyî ya mijara gotinê bû, ji aliyê van rêxistin û zirdewletan jî baş tê zanin û bi hişmendî van hilwestên rezîl û lewitî nîşan didin.
Hem dewletên dagîrker û di serî de dewleta Tirka, hem jî zirdewletên cîhanî, eşkere ye ku ji bo berjewendiyên dewletên xwe destdirêjiyê li Kurdistanê dikin û hema yekser bi mêtîngeran re dibin hevkar.
Lê ya dilê mirovan pirtir diêşîne, mixabin helwest û hevkariya hizb û rêxistinên bi navê Kurdistanîbûnê bang li xwe dikin. Weke biwêja, “qet gunehê dizan nîne, ma hemû guneh, yê xwedanê malê ye?”, van jî mîna dijminên dagîrker yên biyanî dipeyivîn û dibêjin, “guneh hemû yê PKK’ê ye”!, qet gotineke tal û tirş ji bo dewleta dagîrker ya Tirka nabêjin.
Hinek kesan gotinên, “bila rêveberiya Bexdayê û Erbîlê bi koordineyî tevbigerin ji bo derbasbûna sînor ya Arteşa Tirkan” ya Serokê Iraqê, bi erênî şîrove kiribûn. Lê mixabin, neyîniya vê daxwiyaniyê eşkere bû û piştî gotina wî bi 2 rojan, ev êrîşa qirker û provakatîf ya şeveqa roja 5.6.2921’ê, dest pê kir.
Helwestên rezîl yên li himberî van kiryarên siyaseta Tirkan ya jenosîdê, gelek bal kişandin. Yên biyanî durûtiya xwe bi vê gotina “em bifikar in” nîşan didin. Lê dîsa mixabin, hinek rêxistinên kurdî, hema yekser dibêjin “PKKê, pêşmerge şehid kirin”! Digel ku pêşmergeyekî birîndar dibêje, “tî êrîş nebû, nizanim firoke bû çi bû”, her wiha HPG jî daxuyanî fermî ragihand û dibêje, “me êrîşî pêşmergeyan nekiriye, tenê çend guleyên ji bo hişyariyê ber bi hewa ve me avêtin”!
Daxuyaniya nûnara YN ya DYA Linda jî balkêş bû. Behsa ewqas êrîşên qirkeriyê nekiriye, tenê dibêje “ji ber êrîşa Wargeha Mexmûrê fikarên me kûr in”! Kûr lê zêde kiriye. Lê berî 3 rojan, ev xanim li Tirkiyê bû, çûbû ser sînorê Suriyê û li wir pesindariya dewleta Ttirkan dikir. Weke ne dewleta Tirkan be ku ewqas xaka pîroz ya Rojava û Başûr dagîr kiriye, ewqas qirkirin, talan û wêran kiriye û bûye sedema ewqas milyon penaber!
Lê dîsa jî, weke her carê tê gotin, divê kurdistanî, berî biyaniyan, gazinda ji xwe bikin, ew bi xwe nebin hevkarên jenosîda dewleta Tirkan! Berûvajî, bibin hevkarên xwîşk-birayên xwe gerilayên Kurdistanê-bila gerila û pêşmerge milê xwe bidin hev! Jixwe di vê êrîşê de jî li ber şkeştinê bû, eger ev hevkariya Rêveberiya Başûr neçûba hewara wan, têkçûna arteşa Tirkan nêztir bû!






