50 rêxistinên civaka sivîl giliyê dagîrkeriya dewleta tirkî ya li ser xaka başûrê Kurdistanê li nûnertiya NY ya li Silêmaniyê kirin.
Li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabûn ku li dijî dagîrkerî û talankariya dewleta tirkî ya li ser xaka başûrê Kurdistanê gilî bikin. Lê jimara wan rêxistinan bû 50 û roja Şemiyê li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê dagîrkerî û talankariya dewleta tirkî ya li ser xaka başûrê Kurdistanê kirin.
Sekreterê Partiya Kesk ya Kurdistanê Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname da Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û di civîna çapemeniyê de diyar kir ku gilî kirine, wê heta dawiye mijarê bişopînin.
Milko Bazyanî wiha got: “Surişta Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest biavêjiyê, emê li dijî rawestin. Lewre jîngeh û xweza mafeke giştî ye. Em dev ji vî mafê xwe bernadin.”
Herwiha berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî Hewrê Dilşad jî got, emê van kiryaran heta dawiyê bişopînin. Emê vê mijarê bigihînin Parlamentoya Iraqê û aliyên din yên peywendîdar.”
ANHA