HPG’ê nasnameyên şehîdên Besta eşkere kirin û got, hevrêyên me piştî ku derbên giran li dagîrkeran dan, bûne stêrk û li nava rûpelên hêja yên dîroka têkoşîna me cihê xwe girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên 8’ê Nîsanê li Besta şehîd bûyîn, ragihandin. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
“Di daxuyaniya xwe ya 24’ê Gulana 2021’ê de me ragihandibû ku li qada Besta di navbera 5-8’ê Nîsanê de dewleta tirkî qada Mewîjka, Gîvara, Şehîdê Diyana pir zêde bombe kiriye, operasyoneke berfireh daye destpêkirin û şerekî giran derketiye. Me bi gelê xwe û raya giştî re par ve kiribû dema operasyonê gelek dagîrker hatine cezakirin û di şer de hevriyên me Dîlan, Hebûn, Hêvî, Êzda, Tolhildan û Mizgîn bi fedaîtî şer kirine û şehîd bûne.