Serokkomarê Iraqê êrişa dewleta tirkî ya ser wargeha penaberan ya Mexmûrê bi dijwarî şermezar kir û diyar kir ku pêngaveke metirsîdar e.
Roja Şemiyê dewleta tirkî ya dagîrker careke din êrişî wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê kir. Wargeha ku di binê sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye, gelek caran ji aliyê dewleta tirkî ya dagşrker ve hatiye bombebarankirin.
Serokkomarê Iraqê der barêêrişa dewleta tirkî ya dagîrker ya ser wargeha penaberan ya Mexmûrê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Serokkomarê Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi dijwarî bombebarankirina wargeha penaberan ya Mexmûrê ya ji aliyê dewleta tirkî ve, şermezar dikin.
Di dewama daxuyaniyê de serokkomarê Iraqê , êrişa ser wargeha Mexmûrê wek ‘pêngaveke metirsîdar’ bi nav kir.
ANHA