Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hilbijartinên wiha li Sûriyê ti guhertin çênabin

02/06/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedan, çiqas xweş li Kurdan tê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Li Sûriyê hilbijartina serokriyê çêbû. Beşar Esed ku 20 sal in desthilat e ragihand ku bi sedî notê dengan bi ser ketiye. Esed piştî bavê xwe bûbû desthilat. Di binê rêveberiya heyî de li Sûriyê şerekî navxweyî yê wêrankar çêbû. Bi sedhezaran mirov mirin. Bi milyonan mirov bûn koçber. Gelek jê ji welat derketin. Weke din beşeke mezin ya welat di binê dagîrkeriya Tirkiyê çeteyên hevalbendên wê de ye. Li bakur-rojhilatê Sûriyê jî hêzên DAIŞ paqij kirîn bi rêveberiyeke xweser xwe bi rê ve dibin. Çawa ku yek ji van nebûbe Esed dîsa tevayiya dengên gel distîne. Weke din çawa ku ayatên Quranê bin yên weke Esed yan wê heta miridnê li serî bimînin, yan wê bi şer biçin. Hîç nafikirin ku dev ji ciyê xwe berdin û xwe bidin milekî.

Esed berî şer jî nêzîkî ji sedî sedê dengan digirtin. Sedam jî wisa bû. Wê demê çima ev hilbijartin çêdibin. Çawa be encam diyar e. Namzetên din nikarin Esed rexne bikin. Nikarin ragihandina di destê dewletê de bi kar bînin. Nikarin derkevin meydanan bernameyeke din biparêzin. Wê de çi pêdivî bi hilbijartineke wiha bêwate heye?

Li Ewropa jî hilbijartin çêdibin. Gelek partî dikevin pêşbaziyê. Li gelek deveran partiyek bi serê xwe bi qasî ku bibe desthilatdar dengan nagire. Di rewşên wisa de koalisyon ava dibin. Lê Sûriye wêran jî bibe aborî tine jî bibe bandorê li rêveberiyê nake. Yên li ser desthilatiyê û yên li derdora wan bi giranî bandor li wan jî nabe. Ew her tim çavkanî û derfetên welat ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji ber ku rêveberî şêlo ye ti kes nikare hesab jê bipirse. Yên dimirin, xizantir dibin û koç dikin kesên feqî rin.

Rêveberiya Şamê ku li ser piyan dimîne bi piştgiriya Îran, Hizbullah û Rûsya ye. Ji ber wê di warê aborî û siyasî de berdêla vê dide. Welat parçe bûye. Rêveberî ji bo yekbûnê gavekê jî navêje. Her tim dibêje, hêzên biyanî ji vê rewşê berpirs in. Yên demokrasiyê dixwazin, rejimê rexne dikin bi xayîntî û hevkariya hêzên biyanî tên sûcdarkirin. Rejimê jî qaşo qehremanî kiriye, li hemberî heştê dewletan li ber xwe daye! Li ber xwe daye lê bi alîkariya Rûsya û Îranê li ser piyan maye. Weke din aborî roxiyaye. Gel di nava nediyarî û xizaniyeke mezin de ye. Çawa ku yek ji van nebûbe, weke xeyala dewra seadetê Sûriyeya berî 2011an xeyal dikin. Weke din ew Sûriyê jî bi demokrasiyê nedihat meşandin. Rejima Bees ya bi yek partiyê gel diperçiqand. Tişta ku niha jî dixwazin ew roj bi şûn ve werin û tevayiya gelên Sûriyê stûyê xwe ji rejimê re xwar bikin.

Dema hilbijartin li gorî qanûn û pîvanên hilbijartina rastî nebin, rewabûna wê her tim tê nîqaşkirin. Dinyayê bi giranî hilbijartin rewa nedît û diyar kirin ku encama wê qebûl nakin. Ev jî tê wateya ku wê li Sûriyê krîz û şer dewam bike. Hilbijartin ti pirsgirêkên Sûriyê çareser nake. Ji çareseriyê re nabe alîkar. Ev hilbijartin nebûya jî wê Esed li serî bima. Ti kesî nedigot tu çima hilbijartinê nakî jî. Lewre li welat demokrasî nîne. Bûyîn yan jî nebûna hilbijartinê ti wateya wê nîne.

Eger nêzîkî ji sedî sedê gel dengê xwe dide Esed û ji rêveberiya wî razî be, ev şerê navxweyî çima derket. Sirf bi geş û gurkirina hêzên biyanî gel danakeve kolan û berê çekan nadin hev. Bila hin biçin Ewropa jî hewldana tevlîheviyê bikin. Wê gel dest bavêje çek şer bike? Ne mûmkin e. Lewre nîqaş dikin, dikarin xwe bi rêxistin bikin û rêveberiyan bi hilbijartinê biguherînin. Li dinyaya kapîtalîst ya burjuwa jî rewş wisa ye. Lê li Sûriyê û welatên weke wê demokrasiyeke di vê astê de jî nîne. Partî, rêxistinên kedê, tevgerên jinan, bawerî û çandên cuda nikarin bi azadî xwe bi rêxistin bikin. Yên desthilatdar her tişt xistine destê xwe. Çawa dixwazin dewlemendiya welat ji xwe re bi kar tînin.

Hêza van rejiman nîne ku rastiyê ji gel re bêjin. Ji ber wê dîn û miliyetgiriyê bi kar tînin. Çawa ku rejim wisa dike. Qaşo li hemberî 80 dewletî li ber xwe dide. Baş e çima 80 dewlet li hemberî te hatin cem hev? DAIŞê jî digot, ez li hemberî dinyayê tevê şer dikim. Eger dinya tev li hemberî te be para te di vir denîne? Xerabiya te kirî êrişa te ya li ser tevayiya nirxan dinya tev li hemberî te kirin yek. Eger tu tevgereke demokratîk bûyayî dinya li hemberî te nedibû yek. Wê piştgirên te jî pir bûna. Eger gelên Sûriyê û hêzên demokrariyê van rastiyan fêm bikin û li gorî wê bi rêxistin bibin wê xwe ji rejima yek partî û zordar rizgar bikin. Heta ku ev rejim hebe û demokrasiyeke rast ava nebe Sûriye ji vê gêravê dernakeve. Bi bazara Emerîka û Rûsya û bi hevsengiyên ava kirîn aştî û demokrasiya rast nayê Sûriyê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.