Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilatiya “tirsê” ya AKP-MHP’ê

02/06/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahme Aktaş

Temenê desthilatiya AKP’ê, ketiye sala 19’an. Amûrê sereke yê pênasa xwe îslamiyet nîşan dida. Piştî 2015’a, desthilatiya wê kete xeterê, MHP kişand cem xwe û bi  îslamiyetê ve tirkîtî jî  pê leziqand.

Weke tê zanîn di xwezaya hemû desthilatiyên dewletan de amûrê zordestî, kotekî heye û di encamaê de vana tirsê diafirînin.

Ji xwe AKP’ê, bi navê mexdûriyetê ketibû rê. Lê dît ku êdî rûyê xwe yê reş nikare veşêrê, gel pêdihese, darê zorê derxist pêş û bi hevalbendiya MHP’ê ya ji aliyê şîddetê-tirsê ve xwedî serpêhatiyên mezine, êdî ji vê siyaseta tirsê re sînor bi tevayî vekir.

Di qonaxa nuha ya desthilatiya AKP-MHP’ê de, mirov dikare bêje, dawî li sermaya wan a îslamiyetê û tirkîtiyê hatiye, lewma  bi tevayî hêvî û çarenivisa xwe bi darê zorê-şiddetê ve girêdane.

Ew pevçûna navbêna mafyayên wan û dijwarbûna nakokî û aloziyên navbêna wan jî, encamê vê  naçarî û lawaziya wan e. Êdî li dijî herkesên ku mîna wan nemeşin, amûrê tirsê didin xebitandin.

Ew gotina Sedat Peker a digot, “min ji we(AKP-MHP’ê) re, avhewa/atmosfera tirsê diafirand, we jî li ser vê zemîne desthilatiya xwe birêve dibir” û hwd.balkêşe!

Em, wan çalakiyên komkujiyên di pêvajoya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û 1 Mijdara 2015’an de pêkhatin bînin bîra xwe. Ev gotinên ku nuha S.Peker dibêje, encamê zihniyeta R.Edrogan e ku wî jî, di wê dema hilbijartinan de digot; “jin be, zarok be(ferq nake divê were kuştin)”, “eger tu hizir neke Kurd nîne”! Di dema dawî de rêveberên AKP-MHP’ê, qirkirina kurdan xistine rojeva xwe û dibêjin “heta yek kurd (ê ku azadî û xweseriyê dixwazin) hebe, em dest ji qirkirinê bernadin”!

Di wê pêvajoya hilbijartinan de, li ser wan komkujiyên Amedê, Pirsûsê û Gar a Ankarayê, R.Erdogan û Davudoğlu digot in; “dengên me zêdê bûn e”!

Jiber ku her ji despêkê ve, xwedî heman zihniyeta mêtingerî, dagirkerî, kedxwarî, talankerî, wêrankerî û qirkerî ne, lewma nuha ev stratejiya xwe ya zordariyê, kotekîyê û şidetê ya afirandina geştûhewa/atmosfera TIRSÊ, derxistine radeya herî bilind. Ew gotina wan a digotin “ji bo me ev mijar a ‘BEKA”yê ye-man û nemanê ye”, rast e. Ji ber ku êdî di destê wan de, ji bilî bikaranîna amûrê TIRSÊ ti sermaya wan nema ye.

Ji ber ku li derve ev karên wan ên gemar, rûyên wan ê reş hate aşkerekirin, bazara wan a bikaranîna çeteyan, alavên hişbirinê û bi giştî bazirganiya reş nema ye an jî pir kêm bûye, lewma êdî hemû hêza xwe ya zulmê, zivîrandine ser serê gelê Kurdistanê.

Ev êrîşkarîyên wan ên bi vê giraniya mezin û berfireh ên li ser Başûr û Rojava, encamê vê tengavî û lawaziya wan a vê rewşa dawî ye. Jiber ku ketina qonaxa man-nemanê, êdî ne zagonên xwe û ne jî yên navdewletî nasdikin. Ji tirsa ku desthilatî ji dest diçe, pir caran bê hiş û bê pîvan, erîş dikin her deverê. Sînor ji bê exlaqî, bê ûjdanî û ne mirovahiyê re jî nehiştine.

Di destê wan de, bi tinê mezinkirina TIRSÊ ma ye û hemû hêvî û baweriya xwe danin vê çekê. Çarenûs û dirêjbûna temenê zordariya xwe, bi vêna ve girêdane.

Bê gûman ev tengavî û naçariya wan, encamê têkoşîna lehengî ya Tevgêra Azadiyê ya li dijî wahşeta wan e. Hilbet ji bo binkeftina vê faşizma AKP-MHP’ê, rakirina alîkariya navdewletî divê. Her wiha ji bo xurtkirina doza gelê Kurdistanê jî zêdekirina piştgriya navneteweyî divê. Di vê çarçovê de serkeftina gelê Kurdistanê ne dûr e!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.