Bi hezaran şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê yê şervanê HRE ku di qonaxa duduyan ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû spart axê. Herwiha nasnameya şehîd Rêber Şêrawa ku 1’ê Adara 2018’an di qonaxa yekê ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, hat ragihandin.
Ji bo girtina cenazeyê Şehîd Xalid El-Wawa (Mezlûm Nêrebiyê) welatî li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehba kom bûn. Piştî girtina cenaze bi karwanekî bi sedan erebeyan berê xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Ehresê ya kantona Şehba.
Di merasima li goristanê de endamê rêveber yê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê Reşîd Foko sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, bi saya keda şehîdan me gelek destkeftî bi dest xistin û emê bi şopandina riya wan tevayiya deverên dagîrkirî rizgar bikin û li herêmên xwe bi serbilindî vegerin.”
Pişt re bi navê Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê Henan Seydo axivî û behsa siyaseta guhartina demografîk ya li Efrîna dagîrkirî kir.
Herwiha endama rêveber ya Kongreya Star ya Herêma Efrînê Newroz Haşim got divê em vê merheleya herêm tê re derbas dibe, baş bizanin, hevgirtî bin û nehêlin siyaseta şerê taybet bandorê li me bike.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê hat veşartin.
Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Basil Dodeq (Rêber Şêrawa) ku 1’ê Adara 2018’an di qonaxa yekê ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû ragihand.
ANHA






