Sîpan Şînda
Çar pergalên dagirker yên ku ev sed sal in hespê xwe li ser welatê Kurdan dibezînin, ne tenê axa wan dagirkirine, ji roja ewil û pêde armanca wan dagirkeran ew bûye ku civaka Kurd di warê ruh, mejî, çand û exlaqî de dagir bikin û civakê ji binî têk bibin. Ji bûna bigihên vê armanca xwe ji bi salan plansazî çêkirine û karê danyazyariya civakî kirine. Bi sedan plan û proje danîne li ber xwe li ser şixulîne û hewldane ka wê bi kîjan rêyan zûtir bi serbikevin. Lê ji ber ku xerca civaka Kurd pêkve digirt gelekî baş hatibû strîn û sexelem bû, çi planên çêdikirin vala derdiketin û feydê wan ji dibû binketiniya wan û weke pariyê ne cûtî di qirika wan de dima.
Di vî warî de polîtîkayên her çar pergalên dagirker kêm zêde nêzîkî hêv hatine meşandin û gelek sûd jî ji hev vegirtine, arîkariya rêbazên çavtirsandin, tefisandin û pişaftinê ji hev standine. Piştî teknolojî evqasî pêşde çûyî û di nava civakê de belav bûyî, êdî şert û merc hatin guhertin û pergalên dagirker ji giranî danê ku bi taybetî civaka Kurd bi rêya teknolojiyê ji hev bi pijiqîne. Bi televizyonan dest pê kirin û bi rêya înternetê û telefonên berika eva henê gihandin asta herî bilind. Ev alavên teknîkî îro bi awayekî welê bê kontrol di nava sîtarên Kurdan de têne bi karanîn, êdî nayê gotin. Dê û bav di vî warî de gelekî bê disiplîn hereket dikin û pirrê wan ji qet hayî ji vê tehlûkeya mezin nîne.
Pergalên dagirker weke marê kor in, ew li benda ferseta xwe disekinin û çi gava fersetek kete destê wan de ji ew binê guhê mirovî ve didin. Îro di nava civaka Kurd de exlaqê civakî ne li hedê hatiye pişaftin û têk çûye. Ew xerca civakî ya bi hezaran salan bi hostayî hatî strîn, îro xwe jêg berdide, di herife û derzên ketîne di nava civakê de hingî roja paştir e mezintir dibin. Ev herifîna vê xerca civakê pêkve digire, ango têk çûna exlaqê civakî, di heman demê de têk çûna civakê bi xwe ye ji. Civaka Kurd hetanî îro ji li himberî van dagirkerên zalim bi saya serê çand û exlaqê xwe yê civakî yê xurt li ser piyan maye. Ji xwe dagirker ji di vê hişmendiyê de ne û ew ji dizanin divê di serî de mirovî ji çanda wan dûrbixin û bê exlaqiyê di kesayetiya mirovî de bi cih bikin. Ji ber wê bi hemû hostahiya xwe bi taybetî ji berê xwe didin nivşên nû, ewan ji xwe re dikin armanc. Hewl didin ku têkiliyên wan yên malbatî qels bikin, wan ji civakê dûr bixin, çanda wan û cih û warê wan li ber çavên wan reş bikin, behsa jiyaneke xiyalî û ji rastiyê dûr ji wan re dikin, berê wan didin tiştên kêşê yên weke cixare, heşîş, balya û hewl didin ku wan sîtaran girêdayî van tiştên xirab bikin. Ne tenê ev, bi sedan qirijiyên ku pergalên dagirker li ser zarokên Kurdan di nava dibistanan de, li kolanan de diceribînin hene. Û mixabin pirrê zarokên Kurdan ji li himberî vê hovîtiyê bê parastinin. Lê divê civaka Kurd di vî warî de hişyar bibe û bi taybetî ji divê media Kurdan di vî warî de rola xwe baştir bilîze. Yan heke exlaqê civakî têk çû, civak ji xwe têk çûye. 27.05.2021





