Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şefê Orkestraya Dijminê Kurdan; Suleyman Soylu

30/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Dr. Paul Joseph Goebbels, di navbera salên 1933 û 1945’an de wezîrê karê propagandaya Naziyan bû. Di dîroka siyasetê de bi van gotinên xwe tê naskirin:

“Derewên mezin bikin wê teqez hin kes bawer bikin… Derewên we çiqas mezin bin li ser civakê bandora wan jî wêewqas zêde dibe… Ti caran xetayên xwe û sûcên xwe qebûl nekin… Ti caran mezinbûna dijberên xwe qebûl nekin… Her tim bi ser dijberên xwe de herin û wan ji her tişt ku baş derbas nabin berpirs nîşan bidin.”

Berdevkê Erdogan, Wezîrê Karê Hundir yê dewleta tirkî, şagirtê Tansu Çîller û Mehmet Agar, Suleyman Soylu van gotinên Goebbels wek manîfestoyekê ecibandine û yekbiyek jî bi cî tîne. Jixwe Erdogan jî piştî serkeftina 7’ê Hezîrana 2015’an ya HDP’ê, ku AKP ji deshilatiyê xist, li kesekî digeriya.

Dema dewleta tirkî tevayiya dijberên Kurdan yên siyasî di binê serokatiya Tayyip Erdogan de, di bloka faşîst ya AKP-MHP’ê de komî ser hev kirin, Suleyman Soylu jî di dest wî de pirtûka gotinên Goebbels li ber deriyê Erdogan bû.

Jixwe Erdogan jî li kesekî wisa digeriya û Şeftiya ‘orkestraya dijminatiya Kurdan’ da Suleyman Soylu. Suleyman Soylu jî di wê demê de bi merasim derbasî AKP’ê bû. Bloka faşîst, kesekî ku di şerê taybet yê qirkirina Kurdan de rola sereke lîstibû girtibû nava xwe.

Li dijî kurdan “Tifaqa pîroz” ya ku ji serokê AKP’ê Erdogan, serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, serokê Partiya Karkeran Dogu Perîncek, generalên Ergenekonê pêk dihat, bi tevlîbûna Suleyman Soylu temam bû.

Ev kesê ku bûbû mirovê Erdogan yê xas di rêveberiya AKP’ê de cih girtibû û bilezûbez derbasî wezîrtiya dewletê bû. Di Tebaxa 2016’an de, ket dewsa Efkan Ala û bû wezîrê karê hundir-wezîrê şer. Û berdevkiya koalisyona AKP-MHP’ê ya dijminatiya Kurdan girt ser xwe..

Li Kurdistanê dema herî zêde terora dewletê zêde bû, dema wezîrtiya Suleyman Soylu bû.

Wê demê hem dawî li pêvajoya bi navê çareriyê anî û hem jî 24’ê Tîrmeha sala 2015’an bi tevlîbûna 89 balafirên şer, li hemberî Kurdan şer da destpêkirin.

Di dema wî de polîtîkayên qirkirina siyasî û leşkerî ya li hemberî Kurdan û li hemberî hêzên demokrasiyê rojbiroj zêde bûn. Di destpêkê de hiqûq xirt binê kontrola xwe. Li gorî derewên xwe hiqûqek ava kir.

Êrişên ser Kurdan û derewên Soylu bi hev re dest pê kirin. Soylu her roj di medyaya ku bi pereyên mezin  û li gorî xwe dîzayn kiribû de, pesnê xwe dida. Her roj bi gotinên; “Êdî PKK nema karê serê xwe rake, êdî ti hêza wê ya êrişan nemaye, me PKK qedand” ket nava hêvî û bendewariya têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê.

Soylu Goebbelsê Erdogan bû. Ji bo tinekirina tevgera azadiyê û Kurdan soz dabû û ev pêk nehatibû. PKKê di wan rojan de darbên giran li wan sozê wî yên ‘min PKK qedand’, dida. Derew û gefên wî yên di ekranan de jî ji aliyê ‘Hêza Hewayî ya Şehîd Delal’ ve hatin bombebarankirin.

Piştî ku PKK’ê derewên wî yekbiyek bêbandor kirin, bi navê Sedat Peker kesek ji orkestraya dijminê Kurdan jî ji vê rewşê cesaret girt û dest bi îtirafan kir. Şerê wî û Suleyman Soylu dest pê kir.

PKKê di nava 40 wezîrên karê hundir de yê herî xerab kevin kir û avêt sergoyê dîrokê. Soylu jî yê ku herî zêde destê wî di xwîna Kurdan de heye û PKKê ew jî di seyasetê de xilas kir û îro amadekariyê dike ku wî bişîne ser sergoyê dijminên Kurdan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.