“JI NÊZ VE”
Ednan Mustafa
26 Gunala îsal li Sûrî Hilbijartina serokomariyê çêbû. Her çendî ne fermî be jî hin çavkaniyên nêzî rêveberiya Şam’ê dîyar dikin ku ji %95,1 Beşar El Esed deng standine û careke din bû serokkomarê Sûrî.
Berî ku mirov encama hilbijartinê binirxînê, divê em behsa atmosfera çêbûna vê hilbijartinê bikin. Bêguman piştî derbasbûna deh sallan ser aloziya li Sûrî re, eger hilbijartinek wiha pêk were û enam weke tê diyarkirin rast be, ev tê wê wateyê ku li Sûrî ne şoreş pêk hatiye, ne şer qewmiye, ne jî koçberî û ne erdê Sûrî hatiye dagîrkirin. Lê di esasê xwe de, rewşa raelîst û qûnaxa Sûrî tê re derbas dibe, ti meşurhiyet, ango rawabûna hilbijartinê nîne.
Eger em hilbijartinê hê ji nêz ve binirxînin û rewşa Sûrî ya erdnîgarî û welatbûnê di warê sosylojîk de binrxînin, emê bipirsin ku çawa encameke wiha ya hilbijartinê derketiye holê.
Di warê erdnîgarî de erdê Sûrî, herêmên di binê desthilatdariya Rûsya û İran jî tê de digihîje ji % 27 serweriya Rêveberiya Şamê li ser erdê heye. Ev tê weteye ku ji çaran yek par ya Sûrî li ser erdnîgariya xwe ya giştî serwer e û di nava vê cografya ku em behsa wê dikin de ji %8 wêran e ti welatî tê de najîn. Bajarok û gundewarê derdora bajarên mezin yên Sûrî hemû wêran in û xelkê van herêman piraniya wan koçber in. Tenê kombûna welatiyên Sûrî li navenda bajarê mezin yên weke Şam, Heleb, Lazqiyê, Tertos, Hema û Himsê hene. Lê li van bajaran jî gelek kesê ji sekin û hewlesta rêjima Sûrî ne razî ne û xwe weke opozisyona hundir destnîşan dikin.
Bi heman mijarê ve girêdayî serjimariya Sûrî berî 2011an li derdora 22 milyonî bû. Lê di pêvajoya şoreşa gelan û fewda ya li Sûrî. Li gorî raporên Netewên Yekbûyî û saziyên koçberiyê yên navneteweyî li derdora 8 milyon Sûrî koçberî derveyî Sûrî bûne û li derdora 3 milyonî jî di encama siyaseta guhertina demografîk û şer de ji herêmên xwe koça hundurî kirine. Li kêleka van jimara koçberan, mixabin jimara kuştiyên şer ji milyonan derbas bûye. Lewra eger em di warê matematîkê de jî hesab bikin tenê jimara koçberên di Sûrî de, gihîştiye nîvê welatiyên resen yên welêt, tabî kesên di encama şeran de hatine kuştin em bixin ser vê hijmarê jî rewş hîn bi zelalî diyar dibe ka çawa sextekariya hilbijartina serokkomarê Sûrî derketiye holê.
Em vê rewşa ku ji her kesî ve diyar e û weke rojê li ber çavê dinyayê ye, daynin aliyekî. Gelo rêjeya ku çûne ser sindoqan çend e ? Ne diyar e kesên çûne ser sindoqan her yekî ji wan çend caran dengê xwe bi kar aniye? Gelo Milîsên Îran û Hizbullahê rêjeya wan çiqas bû di beşdariya vê hilbijartinê de?
Di beweriya min de bersiva van pirsan ne girîng e. Lewre civaka Sûrî ne ji niha ve, ji berî diyarbûna encama hilbijartinê dizanî ku wê careke din serkeftin Pişka Şêr (para Esed) be. Lê mixabin gelê Sûrî di rêjeya bidestxistina dengan de şaş texmîn kiriye. Texmîna gel wisa bû ku Beşar El Esed ji %99,9 dengan bigire, lê encam wisa derneket.






