Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe

30/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zehra TUNÇ

Di salên 1990’an de ku têkoşîna hebûna gelê Kurd xurt dibû, tirs diket dilê dewleta faşîst ya mêtînger. Ji bo Kurdan ji têkoşîna wan ya mafdar çavtirsandî bikin hewayê tirsê gerandin û weke celadan li ber derê her malê di nêçîra mirovan de bûn. Çi kesê derî vedikir dibirin û careke din ti kesî hestiyên wan jî nedidîtin. Ew salên windakirina di bin çavan de û kuştina kiryar nediyar yên bi hezaran mirovan bûn. Şewitandina gundan, zilm û işkence polîtîkayên wan yên bi salan bûn. Di navbera 1989 û 1999’an de, salên herî zêde kuştina kiryarên wan nediyar hatine kirin û mirov bêserû şûn diçûn. Dayîkên zarokên xwe winda dikirin her ku diçû pirtir dibûn û ji bo dîtina wan ketin nava tevgerê û bi awayekî xwezayî bi rêxistin bûn.

Bi navê Xizmên Windayan û Dayîkên Şemiyê çalakiyên heftane hatin rêxistinkirin. Xizmên wan yên bi salan li benda girtina agahiyekê bûn li hev kom bûn û dest bi çalakiyên ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe kirin. Bi fermî komele vekirin û li gelek bajarên weke Stenbol, Amed, Êlih, Colemêrg û Cizîra Bohta dest bi çalakiyên heftane kirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji 1995’an ve her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de “Hefteya Windabûnê” bi nav dike. Ji bo ku her sal pirsgirêka “windayan” were rojevê, ji bo aqûbeta wan bê lêkolînkirin û kesên berpirs bên darizandin rêzeçalakiyên cuda tên kirin.

Komeleya Dayîkên Şemiyê jî bi heman armancê 27’ê Gulana 1995’an hat vekirin. Ji wê demê ve Meydana Galatasaray ya Stenbolê û Parka Koşuyolu ya Amedê jî di navê de, Dayîkên Şemiyê û Xizmên Windayan her hefte roja Şemiyê li gelek bajaran ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe û darizandina kujerên wan di nava çalakiyan de ne.

Dayîka Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir ku wek Dayîka Berfo û sembola Dayîkên Şemiyê tê zanîn, heta nefesa xwe ya dawiyê li hestiyên kurê xwe Cemîl geriya. Weke Dayîka Berfo gelek ji wan dayîkan ji bo rojekê zarokên wan vegerin û li ber derî nesekirin, heta dawiya temenê xwe deriyê mala xwe vekirî hêlan. Her çendî dizanîn êdî vegera zarokên wan nîne jî lê nikarîn bi xwe bidin bawerkirin û di bendewariyê de bûn. Gelek ji wan çav vekirî çûn, ne zarokên xwe dîtin, ne hestiyên wan û ne jî kujerên wan hatin darizandin. Lê soza Dayîka Berfo dewam û bêrawestan çalakiya xwe didomînin.

27’ê Gulana 2020’an Dayîkên Şemiyê li Meydana Galatasaray ya Stenbolê di hefteya çalakiya 700. de rastî êrîşa polîsan hatin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Dîmenê wan li ser torên civakî hatin parvekirin û bû sedema nerazîbûneke xurt. Ew dîmenê binçavkirina dayîkên temenmezin ya bi lêdanê û derbkirinê di hişê civakê de bicih bûye.

Sala 2013’an Xelata Hrant Dink dan Dayîkên Şemiyê. Komeleya Nivîskarên Tirkiyê (PENa Tirkyê) Xelata Dûygû Asenayê ya 2019’an da Dayîkên Şemiyê. Ji ber helwesta xwe ya birûmet di van 26 salên dirêj yên têkoşînê de hêjayî gelek xelatan hatin dîtin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.