Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûyîn eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG-YPJê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 6 şervanên wan di Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta tirkî ya dagîrker de şehîd bûne.
Daxuyanî wiha ye:
Têkoşîna azadî û demokrasiyê ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û bakure Suriyê tê kirin, ji bo tevayiya gelên cihanê bû hêviyeke mezin û di dîroka têkoşîna gelan de bû merhaleyeke girîng. Berxwedana li hemberî paşverûtiya DAIŞ`ê û dewleta tirkî ya dagîrker, bi herfên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girt. Yek ji wan jî, berxwedana sala 2018`an, ya li Efrînê li hemberî dagîrkeriya tirkî bû. Lehengên gelê em 2018`an, li hemberî êrişên artêşa tirkî ya dagîrker berxwedaneke bêhempa kirin û destan nivîsîn. Bi sedan hevriyên me yên leheng di vê berxwedanî de bi awayekî fedayane şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Em nasnameyên 6 hevriyên xwe yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûyîn bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê, ragihandina şehîdbûna wan dereng ma. Em ji bo vê derengmayînê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.
Nasnameyên hevriyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Dijwar Goyî. Nav û Paşnav: Dogan Ûrûn. Navê Dayîkê: Kadriye. Navê Bav: Ekrem
Cih û dîroka şehîdbûnê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an
Nasnav: Gelî Lîcê. Nav û Paşnav: Weysî Narîn. Navê Dayîkê: Salîhe. Navê Bav: Abdullah
Cih û dîroka şehîdbûnê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an
Nasnav: Şerzan Botan. Nav û Paşnav: Mehmet Kazici. Navê Dayîkê: Kamîle. Navê Bav: Xelîl. Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an
Nasnav: Xebat Serdem. Nav û paşnav: Ata Ûkmen. Navê Dayîkê: Mewlûde. Navê Bav:
Selman. Cih û dîroka şehîdbûnê: Efrîn 2018`an
Nasnav: Rûken Bêrîvan. Nav û Paşnav: Mizgîn Eliş. Navê Dayîkê: Hacer
Navê Bav: Necim. Cih û dîroka şehîdbûnê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an
Nasnav: Rêbaz Şêrewa. Nav û Paşnav: Basil Bodiq. Navê Dayîkê: Ezîme
Navê Bav: Dîbo. Cih û dîroka şehîdbûnê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an






