Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bi destên afirîner, jinên Kurd tevnên kevneşopî kirine zimanekî çandî ku nasnameyê nîşan dide, mîrata gelêrî diparêze û çîrokeke afirîneriyê ji nifşan re vedibêje. Jinên Kurd di parastina vê mîrateyî de roleke girîng lîstin.
Pîşesaziya tevnê pir kevnar e, dîroka wê vedigere 5000-6000 BZ. Ew li Hindistan, Çîn, Levant û Misrê derketiye holê, ji wir ber bi welatên din ve belav bûye. Ev pîşesazî çend qonaxên pêşketinê derbas kiriye, ji çerxa destan a dirûtinê bigire heya makîneya dirûtinê ya ku ji hêla Amerîkî John Torpe ve di sala 1828”an de hatiye îcadkirin û heya makîneyên nûjen ên îro. Sedsalên 18 û 19”an wekî serdema Şoreşa Pîşesaziyê di warên dirûtin û tevnkirinê de têne hesibandin.
Tevna kevneşopî kevirê bingehîn ê mîrata Kurdî pêk tînin, ji ber ku bi sedsalan e bi jiyana malbatî, jîngeh û aboriya herêmî ve girêdayî ne. Ev huner ne tenê amûrek ji bo çêkirina cil û bergan bû, lê belê îfadeya nasnameya çandî, nirxên civakî û estetîka ku civaka Kurdî diyar dike bû. Jinên Kurd di parastina vê mîrateyî de roleke girîng lîstin, hunerên dirûnê, hûnandinê û nakişê bi dest xistin û wan ji nifşên pêşerojê re gihandin.
Tevn beşek girîng ji çanda Kurdî ye
Keçan ji temenê biçûk ve di nav malbatên xwe de fêrî çêkirina cil û bergan bûn û pisporî ji dayik û dapîran bi ruhekî hevkariyê û kevneşopiyê ji wan digirtin. Vê mîratê alîkarî kir ku huner tevî guherîna şêwazên jiyanê jî berdewam bike û beşek ji bîra kolektîf a civaka Kurd bimîne. Jin xwe dispêrin madeyên wek hirî û pembû, her wiha boyaxên xwezayî yên ji nebatan, kulîlkan û qalikên hin fêkiyan têne derxistin, ku rengên bedew û domdariyek bêhempa dide tevnan.
Qumaşên Kurdî bi neqiş û şeklê xwe yên cihêreng têne cudakirin. Ev ne tenê hêmanên xemilandinê ne, lê belê wateyên çandî û sembolîk hildigirin ku jîngeh, jiyana rojane, hêvî û hêzê îfade dikin. Rengên ku têne bikar anîn xwezaya herêmê û bûyerên cûda jî nîşan didin, rengên geş di pîrozbahî û dawetan de hene, lê hin rengên din ji bo bûyerên civakî têne bikar anîn. Şêweyên xemilandinê ji herêmekê bo herêmekê diguherin û ev yek dide her perçeyekî karekterekî bêhempa ku wê cuda dike û wê dike şahidiyek ji bo cihêrengiya cihê ku lê hatiye çêkirin.
Cil û bergên kevneşopî yên jinên Kurd nimûneyek sereke ya hunera tevnê ne, ku bedewî û hunera bêhempa bi hev re dike yek. Ev cil û berg bi qumaşên xwe yên geş, nakişên tevlihev û rengên bedew têne xuya kirin û pir caran di cejnên neteweyî, festîval û dawetan de wekî îfadeyek serbilindiya bi mîrat û nasnameyê têne lixwe kirin. Wekî din, hûrguliyên cil û bergan ji herêmek bo herêmek diguherin, çi di celebê qumaşê de, şêwaza nakişê de, an jî aksesûarên pêve be, ku cihêrengiya çandî ya di nav civaka Kurd de nîşan dide. Ji bilî cil û bergan, jinên Kurd di çêkirina xalîçe û firaxên destçêkirî de jî serketî bûn, ku bi kalîte û şelên xwe yên xweşik navdar bûn. Ev huner dem û rastbûnek berbiçav dixwaze. Hin ji van berheman hîn jî di bazarên herêmî de balvbûyîne û ji hêla kesên ku bi hunerên kevneşopî re eleqedar dibin ve ji ber resenî û cihêrengiya wan têne teqdîr kirin
Di navbera nûjenî û rastiyê de
Tevî pêşketina pîşesaziyê û belavbûna kelûpelên bi girseyî têne hilberandin, hunera kevneşopî ya tevnkirinê bi pirsgirêkên, zêdebûna lêçûnên berhemên destçêkirî û guhertina şêwazên xerckirinê re rû bi rû dimîne. Digel vê yekê, gelek jinên Kurd vê hunerê berdewam dikin, çi ji bo parastina mîrata xwe an jî wekî çavkaniyek dahatê. Însiyatîfên çandî û pêşangehên herêmî jî beşdarî ronîkirina nirxa vê hunerê û teşwîqkirina hunermendan bûne ku berhemên xwe pêşve bibin da ku hewcedariyên bazaran bicîh bînin bêyî ku karakterê xwe yê kevneşopî xera bikin.
Çanda tevnê ya jinên Kurd hîn jî şahidiyek zindî ya afirînerî, berxwedan û girêdana wan a kûr bi ax û nanameya wan re ye. Ew ne tenê hunerek e, lê tomarên çandî ne ku çîrok, nirx û kevneşopiyên civakê belge dike û piştrast dike ku jinên Kurd parêzvanên mîrateyek dewlenend bûne û hîn jî hene ku hêjayî parastin, belgekirin û piştgiriyê ne, da ku ew bikaribe nifşên pêşerojê îlham bike û karakterê xwe yê bêhempa di cîhanek ku bi lez diguhere de biparêze.






