Rojnameya Ronahî

Cara yekê ezmûnên refa 9 û 12 tên çêkirin

Li herêma Cizîrê amadekariya lidarxistina ezmûnên asta navî û amadeyî bi zimanê dayîkê tê kirin ku wê 6`ê Hezîranê werin li darxistin. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve mîna vê gavê li herêma Cizîrê nehatiye avêtin.

Piştî 10 salan, li herêma Cizîrê amadekariya lidarxistina ezmûnên asta navîn û amadeyî bi zimanê dayîkê tê kirin. Ji bo gelê Kurd yê li Rojava ev gaveke dîrokî ye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku ezmûn wê 6`ê Hezîranê dest pê bikin.

Herwiha navendên ezmûnan li kantona Qamişlo û Hesekê hatin diyarkirin. Li herêmê ji destpêka aloziya Sûriyê û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve ev cara yekê ye ku ezmûn bi zimanê dayîkê li herêma Cizîrê tên çêkirin.

Têkildarî mijarê berdevka Komîteya Ezmûnan ya kantona Hesekê Rûken Necar ev agahîdan: “Navendên ezmûnan yên li herêma Cizîrê li Qamişlo, Girkê Legê, kantona Hesekê û Dirbêsiyê hatine amadekirin.”

Rûken diyar kir ku xwendekarên asta amadeyî û navî jî yên kantona Hesekê wê ezmûnên xwe li Hesekê bikin. Xwendekarên Dirbêsiyê û Zirganê tenê wê li navçeya Dirbêsiyê ezmûnan bikin.

Rûken herwiha da xuyakirin ku navçeya Til Berak girêdayî kantona Qamişloyê ye, lê wê xwendekarên wê ezmûnan li Hesekê bikin.

Rûken di dewama axaftina xwe de ev agahî parve kirin: “Li kantona Hesekê jimara xwendekarên asta amadeyî 900 e. Hezar û 500 xwendekarên asta navî ne. Li navçeya Dirbêsiyê û Zirganê jimara xwendekarên asta navî 500 e. Me ji bo wan 5 navend diyar kirine. Ew jî li van dibistanan in; Şecerêt El-Dur, Remedan Remo û dibistana El-Yermûk.”

Rûken bi bîr xist ku komîteya Ezmûnan ya Hesekê ji bo her asta navî û amadeyî 12 navend li 4 dibistanan; Felek Hewas, Mezên Hisên yên li taxa El-Muftî û Can Hecar û Ehmed Muxlif yên li taxa El-Salhiye amade kirine.

Rûken herî dawî got, ji bo navendên li Hesekê 12 berpirs, 24 sekreter, 150 çavdêr tevî yên bedîl û li navçeya Dirbêsiyê 81 çavdêr, 12 sekreter, 6 berpirsên navendan hatine erkdarkirin. Paymenegeha Şehîd Roz Cûdî ya li navçeyê jî ji bo çavdêrên bedîl hatiye diyarkirin.”

ANHA