Rojnameya Ronahî

Bermayiyên DAIŞ’ê yekbiyek tên bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundir yên bajarê Reqayê moşekeke çeteyên DAIŞ’ê bêbandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundir ragihand ku yekîneyên endazyariyê moşekeke kevin ya çeteyên DAIŞ’ê li taxeke bajarê Reqa bêbandor kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundir diyar kir ku agahî ji welatiyên li taxa Seyf el-Dewle ya li navenda bajêr girtine ku di hundirê avayiyeke li taxê de tiştên biguman hene. Li ser vê agahiyê yekîneyên endazyariyê berê xwe da avayiyê. Di encama venêrînê de moşekeke kevin ku tê de madeya teqînê ya fosfor bi giraniya 10 kîlogramî dîtine û bêbandor kirine.”

ANHA