Şivan Xelîl/Qamişlo
Îro di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Komxebata Qurbaniyên Çeteyan de, civîna damezirîner ya platforuma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî bi sponseriya rêxistina hiqûqî ya Almanyayê (Medico International) û rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê (Fight for Humanity), civîna damezirîner ya platforma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Efrîn ya li Qamişloyê hat lidarxistin.
Herwiha gelek qurbaniyên çeteyan, rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl di civînê de amade bûn.
Armanca lidarxistina vê civînê ew e ku dengê qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê temsîl bike û hesab ji çeteyan were xwestin, çimkî sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîne.