Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ENKS dixwaze çi bike?

26/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

ENKS, li dijî destkeftiyên Rojava û şoreşê dijminatiyê dike û binê wê dikole. Qaşo bi PYNK’ê re ji bo yekîtiya hêzên kurdî hevdîtinan dike. Lê hefsarê wê di destê hina de ye. Ji ber guhdarîkirina dewleta tirkî û PDKê guhên wê dirêj bûne. Tevlî şerê li dijî DAIŞê nebûn. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ser 11 hezaran re şehîd dan. Hema hema li her bajarî şehîdgeh hene. Lê di van şehîdgehan de ji ENKSê kesek tenê jî nîne. Pirên wan zarokên xwe şandin derveyî Sûriyê. Li hemberî sîstema demokratîk ya l Rojava ava bûyî û destkeftiyên wê bûn xwediyên roleke xerab. Tirkiye û PDKê li derve gerandin û li dijî PKK bi kar anîn. Behsa Stalînîstbûna PKKê ji biyaniyan re kirin û gotin, ew Rojava bi rê ve dibe. Bê ku şerm bikin û pozê wan bişewite berî çend rojan gotin, ji aliyê çekdarên PYDê ve endamekî ENKSê hatiye revandin û PYD dijminiya Kurdan dike, xizmeta yekîtiyê nake. ENKS di destê dijmin de bûye amûra şerê psîkolojîk. Çekdarên PYDê kî ne? PYD jî weke gelek partiyan xwe bi rêxistin kiriye û siyasetê dike. Kesên çekdar QSD û Asayiş hene. Çima dibêjin çekdarên PYDê ne. Di heman nûçeyê de tê gotin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye destgîrkirin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi milyonan mirov dijîn. Divê pêdiviyên van mirovan yên aborî, civakî û çandî pêk werin. Sûriye di binê dorpêç û ambargoyê de ye. Dolar her tim bilind dibe. Di pêkanîna pêdiviyên aborî de rêveberî zorê dikişîne. Ji çavkaniyên fînansê yek jê petrol e. Tê zanîn ku gel di nava xizanî û nebûnê de ye, zorê dikişîne. Lê ji bo ku rêveberî li ser piyan bimîne û sîstem bixebite pêdiviya wê bi fînansê heye. Ji neçarî bihayê petrolê zêde kirin. Li hemberê vê bertek çêbûn, nerazîbûna gel çêbû. Rêveberiyê jî ev li ber çavan girtin û bihakirina petrolê sekinand.

Dibe ku siyaseta ENKSê cuda be, dikare rêveberiyê jî rexne bike. Lê geş û gurkirina gel, bikaranîna pirsgirêkan, li hemberî rêveberiyê bikaranîna zimanê xerabkirinê dikevin beşa dijminatiyê. ENKS her pirsgirêkê bi armanca xerabkirinê bi kar tîne. Li şûna ku ji pirsgirêkan re bibe alîkar û li ser modelên çareseriyê bisekine, di nava hewldana xerabkirinê de ye. Wê ewlekariya vê erdnîgariya fireh û ya welat çawa pêk were? Rêveberiya Xweser li gorî qanûnan ciwan birin leşkeriyê. ENKS li hemberî vê ye jî. Ew bixwe hîç berdêlê nade, xwe naxe xeterê, ciwanan derdixe derve. Pişt re jî tê dibêje, ezê bi PYNKê re hevdîtinê bikim û li ser destkeftiyan rûnim û par ve bikim.

Ev helwest ji heq, edalet û welatparêziyê dûr e. Texmîn dikin eger PYD tine bibe wê Rojava ji wan re bimîne. Kesên bi zik û mejiyê xwe bi derve ve girêdayî ne dikarin azadiya Rojava ne jî destkeftiyên heyîn biparêzin. Enceq bikarin xwe bazar bikin û xulamtiyê bikin. Niha pişta xwe dane hêzên cuda û ji bo yekîtiya Kurdan tevlî hevdîtinan dibin. Lê binê kesên ji bo yekîtiyê dixebitin dikolin. Ji bo xweseriya Rojava gorê dikolin. Eger bi qasî dijminiya PYDê dikin dijminiya dagîrkerên Efrîn û Serê Kaniyê bikiran, wê li Rojava bibûna xwediyên hêz û itibarê. Li hemberî dewleta tirkî û çeteyên wê ku li Efrînê destdirêjiyê li keç û jinên Kurdan dikin, malên wan talan dikin, direvînin û işkence dikin ker, kor û lal in. Newêrin bêjin dagîrker in jî. Lê li hemberî PYD û partiyên Kurdan zimanê wan bostekê dirêj e. ENKSyê tev weke welatiyên din yên li Rojava sûdê ji her mafî digirin, ewlekariya wan pêk tê. Çawa dixwazin dixebitin, digerin. Bêguman weke welatiyên din dema sûç bikin wê derbarê wan de lêkolîn vebe. Li seranserê sînorê Başûr yên karê qaçax û derveyî qanûnan dikin ew in. Kesên sûc kirîn wê cezayê xwe bikişînin, yên bêsûc wê bên berdan. Sîstema heyî ne ya yek partiyê ye. Meclis, komisyon û komîteyên bi hilbijartinê hatîn diyarkirin karê rêveberiyê dikin. Gelek partî di navê de ne. Eger sibe ENKS tevlî hilbijartinê bibe bi qasî dengên girtîn wê tevlî rêveberiyê bibe. Lê dixwazin bê berdêl û li ser bişta kesên ked dayîn bijîn. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê polîtîk e, bi derewên kesên derdê vî gelî nekişandîn, li derve bi dijberiya Rojava xwe xwedî diki bawer nake. Ji ber wê rêveberiyên Rojava, gelê bakur û rojhilatê Sûriyê, rewşenbîrên wê li hemberî vî karê fitne û fesadiyê wê helwesta pêwîst diyar bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.