Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYA, gelo AKP-MHP ji bernameya xwe derxist?

26/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Hem li gorî daxuyaniyan, hem li gorî trafika siyasi, bi giranî tê xuyakirin ku DYA, rêveberiya AKP-MHP’ê ji bernameya xwe ya dema nû dûr dihêle.

Mînaka şandeyên wan ên erkdar ya vê dema nû, di ser Tirkiyê re diqevêzin, derbasî welatên cîran dibin. Piştî Yewnanistan, Qibris hefteya derbasbûyî şandeya bi serokatiya J.Hood çû Iraqê, Rojava û Libyayê. Her wiha li gel Îranê hewldanên lihevhatinê xurt dibin, lê Tirkiyê li ser masê, di vê bazarê (bernamê) de xuya nake.

Herwiha, li gel ku demek kurt (23’yê Nîsanê) bayekî nerm di nava wan de fûrya, lê li ser şerê Israil-Flistîn, ew bayê nerm bû mîna bayê çileyê zivistanê. R.Erdogan, peyvên giran ji bo Biden qîriya, got “serokê dest bi xwîn”! Hilbet van gotinên tal û tirş dualî li himberî hev hîn jî didomê. Cezayek jî, li 3 kesên şirketek Tirkiyeyê birîn, bi sedema alîkariya malî ji DAIŞ’ê re kirine.

R.Erdogan, li himber vê trafîka berfireh û giring a siyasî bêdeng dimine. Diyar e wê hêzê di xwe de nabîne ku karibe hilwestekê nîşan bide. Lê li dijî Israil karta Islamiyetê derdixe pêş. Belê jibîr dike ku ev karta êdî kevn bûye, DYA pêşî li vê çeka wî ya dînî jî girt; têkiliyê Israil û dewletên Ereban pir bi pêşve xist û hwd.

Ew biwêja kurdî çiqas li bejna R.Erdogan û D.Bahçelî tê. Wisa dibêje, “xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir berekaş neke”! Li dijî doza gelê Kurdistanê, çi siyaset û planên qirêj da meşandin li ber çava ne. Her wiha hema mirov bala xwe bide qanoxa dawî bi tenê jî, ew ê were dîtin ku Tevgêra Azadiyê, arteşa wî li Heftenîn, Garê, Metîna, Zap, Avaşin û hwd.xistiye çi halî, derbên çendîn giran lê dide!

Li himber vê bêûjdanî û dijmirovahiya wan, gelê Kurdistanê û Tevgêra xwe, li ser doza xwe ya rewa ya mirovahî, aştîxwaz û demokrat ew çawa şaş û fahş û berkaş kiriye, raya giştî dibîne.

Ji ber şikestina vê siyaseta xwe ya qirker û dagirker, weke tê dîtin li derve hemû derî, yekoyeko li ber tên girtin. Her wiha li hundur jî ketiye nava aloziyek pir mezin. Êdî desthilatiya wan bi xwe ve; Mafaya’yên AKP û MHP’ê bihev ketine. Şerê dijîtal bi hemû hêza xwe birêve diçe; hemû qirkeriyên hev, dizî, talan, wêran, bê exlaqî û hwd.çi pîsîtî û gemara wan hene radixin meydanê!

Wiha lêhatiye, R.Erdogan nema dikare sererast daxwiyaniyekê jî bide. Tê zanin, berê li himber gotinek biçûk a tal, qebedayîtiya xwe ya Qasimpaşatî bikartanî û qiyamet radikir. Lê nuha weke zarokê bin xwe pîs kiribe û nikaribe rabe ser piya, van sûcdaran, ji ber gunehên/pîsîtiyên xwe yên giran, xwe dûr dihêlin, bêdengiyê ji xwe re bixêr dibînin.

Ew tektîkên R.Erdogan û D.Bahçelî, ku dixwestin eniya xwe xurt bikin û eniya dijî xwe lawaz bixin têk çû. Ew û partiyên IYI û SAADET’ê jî li hev ketin. Rêveberên SAADET’ê û Serokê IYI partî Meral, êdî gotinên dujminkarane li dijî hev bikartînin.

Kurt kurmancî; him li derve him li hundur, roj bi roj rê li ber wan tên girtin, pêşiya wan tarî dibe û wisa diyar e ew ê nikaribin pêşiya xwe bibînin. Biçin hilbijartinên pêşwext nabe, neçe dîsa nabe; xetimiye. Jixwe kilîta vekirînê HDP ye. Bigre nabe, negre dîsa nabe! Ji her alî ve ketine nava krîzê. Klîta mezin a giştî jî li Imrali ye; ya ew ê biçin, ya ew ê biçin. Ya na têk diçin!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.