Sîpan Şînda
Civak pêkhateyeke pirr têkele. Her hîmeke civakê ji bi serê xwe xwedî taybetmendiyên cuda ne. Dema mirov li ser kitekit û kûrahiyên civakê di ponije, mirov dibîne ku gelek çiqilên civakê yên girîng hene ku divê mirov wana sivik negire û ji nedîtî ve neyê. Gelek tiştên civakê pêk tînin hene mirov wana sivik digirin, lê belê dema ew tişt ji nava civakê de radibin, têkiliyên civakî qels dibin, girêdana civakî ji hev di fişkilin, lê gelek kes ji ne di vê hişmendiyê de ne. Hinek mirov di axivin lê axaftina wan kelî û rijî ye, bê wate ye, ne çi tamê dide û ne ji çi bandorê li ser mirovî çêdike. Hinek kes ji di axivin peyvên wan weke kevirê tu li nava heriyê bidî bandorê li ser civakê dikin. Raste, dema mirov peyvên bi hêz di cihê xwe de bi xebitîne mirov dibîne ku qedr û qîmetek ya wan di nava civakê de heye. Ya rast ew ne tenê peyvin, ew pergalên civakî ne, hîmên civakî pêk tînin û beşên civakê, peywirên kesan yên di nava civakê de ji diyar dikin. Ka werin em berê xwe bidin çend ji van peyvan.
Yek ji van peyvên di nava civaka Kurd de xwedî girîngiyeke civakî ye jê peyva “Malxwê” ye. Malxwê, tê wateya semyanî û serwerîtiya malê. Malxwê, di nava malê de ji hemû kêmasî û qusûrên maligiyên xwe berpirsyare. Ji debara maligiyan bigire hetanî rêz û risma wan, ji karên ji derve bigire heta terbiya zarokan bi giştî di bin berpirsiyariya malxwê de ne. Peyva malxwê her çend peyvekî nêr be ji lê belê ji bo jinan ji tê bi karanîn.
Peyveka din ya di nava têkiliyên civakî de gelekî girîng jê peyva “Kebanî” ye. Ev peyv li gorî herêman cuda tê gotin. Kebanî, kevanî, kabanî. Kebanî, tê wateya berpirsiyarî û birêvebirina malê. Kebanî ji weke malxwê ji hemû kêm û kasên maligiyan û malê berpirsiyare. Malxwê ji maligiyan berpirsiyare lê Kebanî di heman demê de ji malê ji berpirsiyare. Ji rêz û risma maligiyan bigire hetanî mazovaniya mêvanan jî di bin berpirsiyariya kebaniyê de ye. Kebanî peyveke mê ye û di nava civaka Kurd de weke peyva malxwê xwediyê giraniyek û qedr û qîmeteke mezine. Ev herdu peyvên henê him ji aliyê wateyê ve gelekî nêzîkî hevin û him jî ji aliyê birêvebirina malê ve wekhevîtiya di navbera jin û mêran de gelekî girîngin. Ji ber ku herdu peyv ji têne wateya serweriya malê. Ango malxwê û kebanî di nava malê de xwediyê biryar dayînê ne û ew bi pirranî bi hev re biryaran didin. Mînak dema bixwazin keça xwe bidin şî, yan ji kurê xwe bi jin bikin pêşiyê malxwê û kebanî bi hev di şêwirin û paşê ji bi maligiyên xwe re parve dikin. Malxwê û kebanî di civaka Kurd de rêveberên bingehînin.
“Bermalî”: Bermalî, tê wateya kirina karên malê. Kirina hemû karên malê di bin berpirsiyariya bermeliyê de ye. Bi taybetî ji xwarin çêkirin. Biryar dayîna çi xwarin bê çikirinê di destê bermaliyê de ye û çavê maligiyan li ber destê wê ye. Bermalî ne kebanî ya malê ye, lê ew berendama kebanîtiyê ye.
“Rêncber”: Rêncber, xebatkarê malê ye. Hemû kar û xebatên malê li ser milê rêncberî ye. Ji cotî bigire heta şivaniyê, ji terekê bigire heta dehl û rezan di histûwê wî de ye. Ango rêncber debara malê dike.
Belê weke hûn dibînin ev ne tenê peyvin, ev hîm, pîşe û hişmendiya civakê ne. Gelek peyvên mîna van hene lê mixabin di nava civakê de êdî nema têne bi karanîn û hişmendiya civakê ji bi vî hawî têk diçe.






