Faruk Sakik
Nivîskar Cengîz Aymatov, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Roj Hene Bedelê Sed Salan e’ de, di rûpelê 141’ê de wiha behsa mirovên ‘mankurt’ dike: “Di şer de dîlên ku tên girtin, wan kesên ku bi qûwetin dibin deverekê, çermê serê wan radikirin û parçeyek çermê ji stûyê devehê danin serê wan dipêçan. Dema çerm ziha dibû serê wî kesî wekî ku di mengeneyek de be dişidiya. Mêjiyê wan bi demê re tune dibû. Piştî demek gelek ji wan kesan dimirin û yên sax diman jî dibûn Mankurt. Mankurt, raboriya xwe hemû ji bîr dike û li gorê xwediyê xwe tevdigere, roj tê dayika xwe nas nake û dikuje.”
Di roja me de Mankurt ên nûjen henin. Rêbazên afirandina Mankurtan jî bi demê re hatî guhertin. Li Kurdistan politîkayên dewletê yên înkar û asîmlasyonê hinek kurdên Mankurt afirand. Li Kurdistan ji bo vê yekê bi salane siyaetek taybet hat birêvebirin. Kurdên xwe înkar dikin hatin afirandin. Kurdên ku bi hêsanî dayika xwe-welatê xwe bikujin afirandin.
Di van rojên dawî de, bi şerê Hamas û Îsraîlê re ev Mankurt ji nû de derketin holê.
Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de bi êrişên nû cardina hîn bêtir kûrtir bû. Îsraîl û Hamas roketan li hev dibarînin, di navberê de, ji herdu aliyan welatiyên sivîl canê xwe didin. Di encaman barandina van rokêtan de carnan jî hin duman ji heremê bilind dibû.
Ev dumana ku bilind dibû mirovahiyê dixe nav liv û tevgerê. Gelek kes li dijî vî şerî bertek nîşandan. Di nav van çalakvanan de hin kurdên ‘mankurt’ jî hebûn. Ew jî daketin qadan û ev şer û duman protestokirin.
Wan ew dumana ku ji Filîstînê bilind dibû nedidîtibûn. Derew dikirin. Ji bo ku di navbera Filîstin û wan de, dumana ku jî taxa Sûr û ji jêrzemînên Cizîrê bilind dibûn hebû. Derewkar û mankurt bûn.
Ew êş û dumana di navbera Filîstin û wan de bilind dibû, duman û alavên balefirên dewleta Tirk yên bombebarankirina Efrîn û Serêkaniyê bû.
Qêrînên ku bilind dibûn, ji Gazze nebû, qêrînên ji Serêkaniyê yên zarokên bi çekên kîmyevî dihatin şewitandin bû. Sextekar û Mankurt bûn.
Wan qêrînên ku ji Filîstîn bilind dibun nedîtibûn. Di navbera wan û Gazze de, Qêrînên dayikên şehîdan yên li ser goristanên zarokên xwe, yên ku ji aliyê dijminan ve hatî bomberduman kirin, bilind dibûn. Bêwîjdan û Mankurt bûn.
Ew dengê balafirên şer ji Filîstînê nedihat. Dengê balafirên şer ên dewleta Tirk bûn û Heremên Parastina yên Medya bombebaran di kirin. Kerr û Mankurt bûn.
Di dem û pêvajoya ku dagirkeran bi hemû hêza xwe êrişa dawî ya tunekirina Kurdistan dabûn destpêkirin de, nedîtina alevên ji erdnîgariya Kurdistan bilind dibûn, sextekariyek bû.
Di demek ku gerîllayên Kurdistan ji bo parastina wê axê canê xwe fedadikir û şehîd diket de, rondikên çavan yên ji bo Filîstîn dihatin xar, sexte û ew jî mankurt bûn.
Xwediyên wan li hember netewa wan ew kor kiribûn. Ji bilî xwe ji herkesî re digiriyan. Lê tu carî venegeriyan û ji bo welatê xwe û xwe negiriyan.






