“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Beriya du heftiya di derbarê polîtikeya Emerîka ya Rojhilata Navîn û dijî Kurdan gotare nivîsî bû di nivîsê de, me behsa “Rûyê Din yê Emerîka kir bû”. Polîtikeya Emerîka ya dualîbûn her roja ku diçe aşkere dibe û dibe zemînek ji siyaseta Tirkiyê û Îran’ê re li dijî Kurdan vedike.
Ger gotin di cih de be her nêzîkatiyeke polîtîk a Emerîka ji bo Kurd, dagirkerên Kurdistanê gûr û har dike. Ger em hîn bi awayekî şênber behsa hin nêzîkatî û hin mînakên hatine jiyan kirin bidin û di xwenerên xwe re aşkere bikin hîn bi zelalî piştperdeya polîtikeyên Dewletên Yekîtiya Emerîka ya Libral û becewendî parêz derdikeve holê.
Di heman çaroveyê de, piştî hevdîtna Ilham Ehmed alîkarê hevseroka MSD’ê bi wezîrê derve yê Rusya Sergî Lavrov re, di 21.09.2020an de, gotin di cih de be nûnerê Emerîka wê demê Jêm Cîfrî bi serdaneke siprîz serdan Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Wê demê jî gelek şîrovekarên siyasî diyar kirin ku ev serdan ji nişkêve ya Cêfrî astengkirina hevdîtina Rusiya û MSD’ê ye.
Bê goman hêzên sermeyadar yên navnetewî û navçeyî di gelek nêzîkatiyên xwe yên polîtk de di şibihin hevdu. Emerîka bi seiyasta xwe ya “Cût Standart” bûna xwe hem hevsingiya xwe bi Tirkiyê û Îranê re û hem jî bi Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de parast. Bi giştî ne bejî Emerîka di vê polîtikeya xwe de bi serket. Ne tenê bi serketin bû nimûne ji dagirkeriya Tirkiyê re. Çawa ku Tirkiyê NATO ji xwe re dike sîwan û bi çeka NATO hevsingiya xwe di navçeyê de diparêze, vê carê Tirkiyê ji ezmûna Emerîka girt û di piratîkê de teqlîda Emerîka dike.
Tirkiyê weke her gav dixweze sûd ji hebûna Emrîka bigre û siyaseta xwe ya qirker li dijî civaka Kurd bide meşandin. Çawa ku Senetoya Emerîka di 23 Nîsana Îsal de komkujiya Ermena bi jonasad bi navkir, yek ser Tirkiyê bi riya lobiyên xwe zextek da ser rêvebiriya Baydin. Rêvebiriya Baydin neçar kir ku biryara di derbarê hersê rêyedarên PKK’ê de nû bike. Weke berdewamiya siyeseta faşîzma Tirk bê çarebûna wê vê carê li hember serdan şanda peyabilind a Emerîka ku nûnerê wezareta Derve ya Emerîka, nûnerê Emerîka yê taybet ji bo Sûrî û hin rêyedarên din yên pantegonê, kete nav lîskên nû. Siyaseta qirêj ya dayîreya Şerê piskolojîk, hem xwest serdan vê şandê vala derbixe û hem jî binkeftina xwe ya li herêmên parastina Medya veşêr û derûniya gelê Kurd serû binî hevbike. Ji ber vê yekê di seatên ku şanda Emerîka hevdîtinên xwe bi fermandarên QSD’ê û Rêyedarên Rêvebiriya Xweser yên Bakur û Rohjilatê Sûrî dikir. Tirkiyê nûçeya şehîd bûna Fermandarê YPG’ê Nûreddîn Sofî li ajansa belavkir. Tirkiyê xwe bi vê yekê peyameke vekirî da Emerîka û NATO, weke ji rêvebriya Baydin re bêje: “Li aliyekî wîn pişt girê û ji aliyekî de wîn hevkarê dijiminê me ne”.
Bi nûçeyek wiha derew ku bi destê Erdogan hate servîskirin ji bo ragihandinê ji PKK’ê û gelê Kurd zêdetir, nûçeyeke li dijî polîtikeya Emerîka ji bo Kurdan ne. Divê ev yek wiha were xwendin û wiha bê şîrovekirin. Armanca servîskirina nûçeya Nûreddîn Sofî bi qasî diyare, bi qasî wê nameyek vekirî ji Emerîka re ye.






