Gulîstan Xalid
Dema mirov bi darê zorê ji cih û warê xwe derdikeve hesteke giran bi mirov re çêdike. Rastiyek e ku ji wê rewşê taltir nîne. Welatê mirov ji bosteke axê dest pê dike. Cihê tu lê çêbûyî, cihê te cara yekê çavê xwe lê vekirî, fêmkirina te ya derdora te, mala te lê gavên xwe yên destpêkê avêtîn, bîranînên te yên destpêkê bi hevalên te re, lîystokên te bi zarokên cîrana re, pevçûnên te, kêfxweşî û xemgîniyên te li ciyê mala te lê dest pê dikin.
Dibe ku mala mirov cihekî piçûk û teng xuya bike, lê di cihekî piçûk de neqşên cîhana mirov yên jiyanê dest pê dikin. Dema li ser tê sepandin ku tu dev ji wî cihê destpêkê yê binesaziya xwe ya giyanî û kesayet ava kirî berdî, gelo ji wê biêştir çi heye? Ji vê neheqiyê mezintir çi heye?
Bi hezaran mirov dibin qurbanên berjewendiyên hin kesên ku bi plan û siyaseta xwe ya qirêj li cîhana te hikum dikin, nêrînên xwe bi ser cîhana te de disepînin. Navê vê qurbaniyê jî koçberî ye. Heta koçberî hebe em bizanin ku em di cîhaneke ne ewle de ne. Ka wê kengê ev rewş bê serê kê ne diyar e. Lewra heta ku hikumdar û sistemên ku vê rewşê disepînin hebin, wê ev rewş jî bibe para mirovan. L Rojhilata Navî jî mîna xefkekê li pêşiya tevayiya gelan e. Gelê Kurd bi salan e di heman rewşê de dijî, lê di serdema me ya niha de yên pişta xwe bi sîstema dewletê xurt dikin di heman rewşê de dijîn.
Hema em dûr neçin, em qala bi hezaran koçberên ku niha li bakur û rojhilatê Sûriye bikin. Dema tu diçî wan kampên ku mirov lê dijîn dinere, ew mirovên ji ber sedemên sepandî xwe dayîn cihên ewle, bedena xwe tenê xilas kirine. Tu nizanî çawa nêrînên wan pênase bikî. Gelek hest -xemgînî, bîrîkirin, tirs, hêrs, acizî- di nava çavên wan de kom bûne. Tu dikarî gelek rastiyan di çavên wan de bixwînî. Dema mirov dibînin zêde naaxivin, lê çavên wan ne tenê diaxivin, qîr dikin, mîna qîrînên bêdeng ku tu nabihîzî. Lê tu dibînî. Mirov dibêje qey qîrînên wan ne di guhê mirov de, di dilê mirov de lîlan didin. Ev koçber ji tevayiya welatiyên Sûrî bixwe ne. Hin jî ji welatên cîran in. Mirovên ku li welatê xwe koçber bûne, di rewşa wan de zêdetir mirov tê dighêje ku sîstem dewletên heyî nekarîne welatiyên xwe jî biparêzin.
Sîstema xwe bispêre hişmendiya desthilatdariyeke navendî û berjewendiyên madî, nikare ne xwe biparêz ne jî gelên li wî welatî. Rastiya sîstema li Sûrî vê pir eşkere radixe ber çavan. Êdî dem hatiye ku qîrînên bêdeng bibihîzin û dawî li koçberiyê bînin. Bi hevgirtin û yekîtiyeke xurt ya gelên Sûrî li şûna nêrîna ku bi êş diaxivin, wê bi kêfxweşî û aramî bipeyivin.






