Zekî Bedran
Du pirsgirêkên Rojhilata Navî yên sereke çareser nebûn. Ev pirsgirêk her tim dibin çavkaniya nakokî û şer. Di rastiyê de pirsgirêkên gelan bi hev re nînin. Lê siyaseta serdestan ya desthilatdarî û dagîrkeriyê vê van pirsgirêkan kûr dikin. Her tim bi bikaranîna hêzê û geşkirina miliyetgiriyê û dîn li pêşiya çareseriyê dibin asteng û gelan dikişînin nava şer. Bêguman yên hertim dimirin, koçber û xizan dbin gel in. Li Rojhilata Navî yên qedera wan dişibihe hev û her tim tên perçiqandin Filistînî û Kurd in. Dema em li bûyerên vê dawiyê binêrin ka em dixwazin çi bêjin wê baştir bê fêmkirin.
Israîl bênavber xwe belav dike û li erdê Filistîniyan xwe bi cî dike. Di van mijaran de digel ku biryarên NY hene jî guhê xwe nade ti kesî. Li milekî dixebite navbera xwe û dewletên erebî baş bike, li milekî jî Qudis jî di navê de welatiyên xwe li nava erdê Filistînê bi cî dike. Çawa ku tê fêmkirin dixwaze Qudsê bi tevayî ji Ereban paqij bike. Digel bangên NY Israîl êrişên xwe nasekinîne û Netenyahu dibêje emê dijwartir li wan bixin.
Êşa Filistîniyan bi dehê salan e li ber çavê dinyayê dewamdike. Digel ku qaşo bi dehan dewletên erebî li wan xwedî derdikevin rewş naguhere. Lê dîsa di vê mijarê de şansê Filistîniyan ji yê Kurdan pirtir e. Ji bo Kurdan ev destek jî nîne. Niha bombebarana li Filistînê, roxandina avayiyan û kuştina mirovan di çapemeniya dinyayê de tê dayîn. Lê sala 2016an li deverên weke Diyarbekir, Cizîr û Nisêbînê hatin roxandin û wêrankirin. Li gorî raporên nûnerên NY dîmen weke piştî qiyametê bûn. Digel wê dinyayê tiştên bûyîn nedîtin. Li Cizîrê nêzîkî 170 kesî di jêrzemînê de hatin şewitandin. Lê dîsa dinya li hemberî faşîzma tirkî bêdeng ma. Ka çawa niha Emerîka û hikumetên Ewropa piştgiriya Israîl dikin, yan jî çavê xwe jê re digirin, hê zêdetir ji bo dewleta tirkî kirin. Lewre Tirkiye hevalbenda wan û Kurd “terorîst” bûn. Çi edalet e, ne wisa? Bixwe distirînin û bixwe tewêniyan didin. Kî dibêje Kurd terorîst in? Emerîka û welatên YE. Nêzî sed salî ye dewleta tirkî dixwaze Kurdan ji dîrokê rake. Zimanê wan qedexe dike, asîmîle dike. Polîtîkaya qirkirina çandî bi dijwarî pêk tê. Digel vê Emerîka û Ewropa bêdeng in. Lê dema Kurd ji bo mafê xwe têdikoşin dibin terorîst. YE ku her tim behsa demokrasiyê dike, li hemberî sûcên dijmirovî li dijî Kurdan tên kirin heta niha gavek neavêtine. Partiyeke weke HDPê ku ser şeş milyonê re deng girtine, sed şaredarî bi dest xistine, li ber çavê her kesî tê terorîzekirin. Dest datînin ser şaredariyên wê. Serokên şaredariyan û serokên partiyê jî di navê de bi dehhezaran mirov avêtine zindanan.
Tirkiyê dijminiya Kurdan derbasî derveyî sînor jî kir. Ji bo ku Kurd nebin xwedîstatû û xwedînasname li Sûriyê destek da DAIŞê. Rêxistinên weke El Nusre hê jî diparêze. Bi desteke Rûsya Efrîn dagîr kir. Pişt re bi piştgiriya Trump Serê Kaniyê dagîr kir. Faşîzma tirkî li van herêman her sûcê dijmirovî dike. Bakur-rojhilatê Sûriyê tev hê di binê gefa Tirkan de ye.
Başûrê Kurdistanê bi dehê salan e di binê êrişên Tirkan de ye. Li wir bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Ji 23yê Nîsanê ve dest bi êrişeke girantir kiriye. Zap, Avaşîn û Metîna di binê agir de ne. Bi teknîka herî pêşketî bênavber bombe dike. Gundan vala dike. Çekên kimyayî bi kar tîne. Deh qatî Israîlê balafir û çekan bi kat tîne. Lê di çapemeniya dinyayê de nabe nûçe jî. Lewre Kurd bi hêviya wijdana Tirkan ve hiştine.
Digel her tiştî berxwedana gelê Kurd û Filistînê lîstika serdestan xirab dike. Li ber çavan e ku Kurd û Filistînî bedelên giran didin. Lê çareyeke din jî nîne. Li Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina şer biryar jî dernakeve. Lê ku derkeve jî ti kes guhê xwe nadiyê. Yan Emerîka yan Rûsya bi rengekî asteng dikin. Derdê van dewletan berjewendiyên wan in. Êşa gelan ne li xema wan e. Ji bo wê ku Kurd û Filistînî bi hêza xwe berxwedana xwe bikin hevbeş, wê pêşiya çareseriyê vebe.






