Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kurdistanê 2 Cejin

19/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Vê hefteyê li Kurdistanê du cejin hebûn. Yek a neteweyî, ya din a olî bû. Ya neteweyî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ya olî Cejna Remezanê bû.

Divê mirov her du cejnan û rojên cejnên din ên neteweyî yan olî, li hev pîroz bike. Ev çand di nava hemû gelan de heye û li gorî pîvanên erênî yên civak û olên xwe pîroz dikin. Lê gelo li Kurdistanê şert û mercên heyî, çendîn rê dide pîrozkirinek azad û aram?

Hema berî her tiştî, li Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe ye. Mînaka Apê Musa tê bîra mirovan. Ewqas axaftin lê hatibû qedexekirin, êdî dibêje “min dît dîsa mirovên MİT’a dewletê li pey min e, hema min dest bi fikandinê kir”. Dîsa jî wî digrin, dibêjin “te stran bi kurdî fîkandiye”! Weke tê zanîn, vê dewleta qirker di vê astê de dujmînê zimanê kurdî ye û di encama vê zihniyeta faşîst de jî ew şehîd kirin û li pey wî karwanê şehîdên zimanê kurdî, hîn jî di wê rê de dimeşe!

Bi giştî siyaseta dewletên mêtinger, li ser asîmîlasyon/bişaftin/helandina gelen welatên mêtîngeh tê damezrandin. Makyavel, di pirtuka xwe ya PRENS de, ji bo mêtingeran, vê mijarê sereke dibîne.

Eger ku were gotin, “li cîhanê dewleta tirka ya herî faşîst û zalim e”, rast e. Ji xwe hinek ji ber derew û durûtiya R.Erdogan, wî dişibînin Goebbels’ê wezîrê propaganda yê Hitler. Hinek jî dibêjin ‘ew derbas kiriye’, ev rastir e, ew derbas kiriye!

Mînak, di salên despêka desthilatiya xwe de R.Erdogan, li Elmanya, ji bo tirkên wira bixe bin bandora xwe, êrîşî siyaseta Elmanan dikir û digot “li vira we asîmîle dikin, we ji çanda tirkîtiyê dûr dixin, ev asimilasyon sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye” û hwd. Eha R.Erdoganê durû, li ser gelê Kurd, vî sûcê herî mezin ê mirovahiyê birêve dibe!

Doh jibo bombebarana Israilê ya ser Xezayê, digot “Israil dewleta Terorist e û zarok û jinan dikuje”. Lê di 1’ê Gulana 2005’a de, li Qudsê, wî û Ariel Şaron ê’ ‘Qesabê Sebra û Şatillayê, bi kêfxweşî destê hev miz didan û Şaron ji R.Erdogan re digot “tu bi xêr hatiye paytextê Cûhiya-paytextê Israilê”! Li Davosê jî, li gel Ş.Perez berovajî axivî bû!

Xwedê giravî, li dijî dewletên Elman û Israil, ziman û çand û hwd. mafên gelê Tirk û Felestin diparêze, lê pratikek çendîn durûtî, lewitî û derewîn dide meşandin li ber çava ye. Eger ewqas li dijî van dewletan be, gelo çima bazirganiya herî mezin di cîhanê de, bi Israil(2’mîn rêzafirotinê) û bi Elman(2’min rêza kirînê) re dike?

Îca dujminên sundxwarê Kurdan AKP-MHP, ji bo vê zihniyeta qirker li ser Kurdistanê bi giştî misoger bikin, êrîşên dijwar û dorfireh didin meşandin. De ka gelo li Kurdistanê, ev cejnên netewî û olî, ew ê çawa werin pîroz kirin?

Bêgûman şerd û merc çendîn dijwar be jî, her bi awayekî tên pîroz kirin ev cejin. Bi sedsalan e, heta bi hezar salan e, ti qedexeyan û zordariyan nikaribûn ev çanda netewî û olî ya gelan ji holê rakira. Ev olperest û netewperestên sexte û derewîn jî, ew ê nikaribin van mafên gelê Kurdistanê ji wan bistînin! Jixwe vanan jî, ew ê weke qirker û zordarên berî xwe, di nêz de biçin goristanê!

Dirûşmên “Zimanê Me Nasnama Me Ye”, “Zimanê Me Hebûna Me Ye”, ew ê her zindî bimînin û azad bijîn!

Bi vê bîrûbaweriyê, her du cejin jî li gelê Kurdistanê pîroz bin û bi hêvî û baweriya di welatekî azad û aram de, em hemû bi hev re pîroz bikin!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.