Li Amedê, salona sinemayê ji bo dadgehê hatibû amadekirin. Li salonê kamerayekî sînemayê û ronahiyên mezin hatibûn bicîhkirin. Mehkeme ji serî ve dihat qeydkirin.
Li bajêr jî tedbîrên ewlekariyê hatibûn girtin. Hemû rê û kolanên girîng ji alî leşkeran ve hatibû girtin. Ketina gundiyan ya bajêr hatibû qedexekirin. Şêx Seîd û serekên din di hucreyan de bûn. Têkiliya wan bi hewre an jî bi malbatê wan re hatibû qutkirin. Ji bilî endamên dadgehê kesî nikaribû bi wan re têkilî danîya. Hikumetê telîmat dabû mehkemê, ku derfet nedin parastina siyasî. Li ser vê yekê dozger û endamên mehkemê ketibûn nav hewldanên qayilkirin, yanê xapandina serhildêran. Dozger, ji Şêx Seîd re digot, ji bo girîngiya jiyana wî divê ew dûrî parastina siyasî bisekine û sozê namûsê daye Şêx Seîd, ku ew parastina siyasî neke wê cezayê îdamê negre. Dozger Ehmed Sureya di bîranînên xwe de wiha dibêje: Min ji wan re digot, ji bo ku hûn piştî darezandinê bi selametî bizivrin malên xwe, parastina siyasî nekin. ‘Endamên dadgehê hemû serekên serhildanê qayil kiribûn ku di rûniştinên mahkemê de armanca serhildanê tenê bi motîvên olî û paşveanîna rejima padişahiya Osmanî ve girêbidin.Serekên serhildanê jî bi soz û bextên dadgehê bawerkiribûn û di parastina xwe ya li hember mahkemê de, behsa motivên netewî nekiribûn. Bi vî awayî pirsgirêka Kurdistanê hatibû veşartin. Lê, Şêx Seîd di îfadeyên xwe yên Wartoyê de ku piştî girtinê dabû de armanca serhildanê wek ‘herî kêm Kurdistanekî otonom’ diyarkiribû.Di pêvajoya darezandinê de endamên dadgehê li hember serekên serhildanê bihurmet bûn. Bi peyvên wek ‘birêz’ xîtabê wan dikirin. Ew kibariya wan heta roja îlankirina biryaran domkiribû. Bi vî awayî hemû tawanbaran di gotinên xwe yên dawîn de, daxwaza beraata xwe kiribûn. Di 28ê Hezîranê de rûniştina dawîn çêbû. Dozger bi carekî ve helwesta xwe guhertibû. Di îdeanama dozger Ehmed Sureya de, naveroka serhildênê wek, ‘di bin perdeya olî de tevgera cudaxwazî’ hatibû tarîfkirin. Di îfadeyên kesên wek Binbaşı Qasım Beg de jî, armanca serhildanê wek ‘dazwaza damezrandina dewleteke Kurdî’ dihat binavkirin. Ehmed Sureya yê ku sozê beraatê dabû serekên serhildanê, maskeya rûyê xwe avetibû û bi peyvên sar, ji serokê dadgehê kuştina Şêx Seîd û hevalên wî duxwest. Biryara dadgeha Tirk jî ji alî serokê mahkemê Mazhar Mufît ve hatibû xwendin: ‘Heryek ji we ji ber sedemekî rêberî kir, lê armanca we hemûyan serbixwebûna Kurdistanê bû.’ Û navê 47 kesên ku wê bihatana dardekirin hat xwendin.
EWROJ….
Di sehera Amedê de 47 rêwiyên mirinê li pey hev berê xwe dabûn sêpêyan. Dengê zincîr, pranga û selewatan tevlîhev bûbû. Feqî Hesen li peşiya hemûyan bû. Salih Begê Hênî ku ber bi mirinê ve dimeşiya, bang li hevalên xwe dikir: ‘Roj roja mêrxasa ye. Bila dostên me bi meşa me serbilind, dijminê me biqehir bin.’ Li meydana Deriyê Çiyê 47 sêpê li kêleka hev hatibû rêzkirin. Berbanga roja 29ê Hazîranê bû. Asîman vekirî bû, tîna germ ya rojê li ser Amedê belavbûbû. 47 cesedên serekê Kurd li kêlaka hev li sêpêyan daleqandî bû. Gotinên dawîn yên Şêx Seîd wiha bû: ‘Ez hatim dawiya jiyana xwe ya vê cîhanê. Ez ne poşmanım ku ji bo netewa xwe dibim qurban. Bes ku torinên me, li hember dijmên rûyê me reş nekin.’ Bejna zirav û dirêj ya Şêx Seîd li bin siya kela Amedê ketibû xewa ebediyetê.
ÎROJ….
Piştî ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin dardekirin, cenazê wan li cîhê ku hatin daleqandin veşartibûn. Ji bo ku qebrên serekên Kurdan nebin ziyaretgeh, li ser zemîna qebristanê bargeheke leşkerî hat avakirin. Şêx Seîd û hevalên wî li taxa Derê Çiyê, li nêzi baxçê Ordûevi ya îro razayîne. Kurd di vê serhildanê de biserneketibûn lê tov û rihê vê berxwedanê hetanî roja me dewamkir. Torinên Şêx Seîd li hember dijmin rûyê wî reş nekirin. Li Agirî û li Dersîm serîhildan û herî dawî jî di bin pêşengiya PKK’ê de serhildana wan a Kurdistanek azad dewam dike.
Farûk SAKIK