Rojnameya Ronahî

Bernameya li dijî yekperestiyê

Bernameya skêçan Hinek Henek ya li ser ekranên Stêrk TV li dijî hişmendiya tinehesibandinê û polîtîkayên asîmîlasyonê bi naveroka xwe ya qerfî bi zimanê kurdî peyamên civakî dide. Medyaya tirkî bixwe li dijî Kurdan alava dezenformasyonê ye. Di heman demê de li dijî qalibên medyaya yekperest li ber xwe dide.

Lîstikvanên Şanoya Bajêr ya Amedê, Teatra Jiyana Nû, Tiyatro Mencel û Şanoya Hêvî van bernameyên skêçê amade dikin. Ev ji bo televizyonên kurdî jî bernameya yekê ya bi vî rengî ye. Temaşevan jî dikarin skêçan binivîsin. Ev ji bo teşwîqkirina zimanê kurdî jî girîng e. Di demekê de ku bi sedemên belasebeb şanoyên kurdî tên qedexekirin, hewldana şanogerên Kurd ya bi vî awayî, li dijî medyaya faşîst, yekperest û înkarker ya ku nirx, hesasiyet, jiyana civakê tine dihesibîne, bersivek e.

Ji bo parastina nasnameyê medya girîng e

Di warê pêdiviya agahî û nûçeyên rast de rola medyayê gelek girîng e. Medya toreke hevpar ya cîhanê ye û li ser girseyan bandorê dike. Ew di heman demê de di warê parastina nasnameyê de jî xwediya cihekî taybet e. Nexasim ji bo gelê Kurd xwediya taybetmediyeke cuda ye. Bernameya Hinek Henek alternatîfek e li dijî medyaya di bin destê sîstema yekperest de û polîtikayên teqlîdê, lîncê esas digire. Hinek Hinek balê dikişînin ser zextên li ser zimanê kurdî, bandora çanda popûlîst ya li ser helbesta kurdî. Di heman demê de balê dikişîne ser rojên mîna Newrozê yên sembola têkoşîna gelê Kurd. Li aliyekî jî manîpûlasyonên medyaya yekperest ên li ser hinek rojevan, teşhîr dike.

Rastiya polîtîkayên yekzimanî tê nîşandan 

Gihiştina girseyeke mezin bi rêya Hinek Henek di dema êrişên mezin li dijî ziman û nasnameya gelê Kurd de gelekî bi wate ye. Bi rêya skêçan balkişandina ser polîtikayên asîmîlasyonê ya bi rêya ziman hêjayî pesindayinê ye. Di skêçeke Hinek Henek a Banke û Ziman de ji xizmetên muşteriyan jinek digere û li dijî mêrê bi Kurdî diaxive bi israr bi Tirkî diaxive û dixwaze ew mêr bibêje, ‘erê’. Ev jî rastiya polîtikayên yekzimanî ya di ser saziyan re radixîne pêş çavan. Bikaranîna biwêj û pêşgotinên Kurdî, hafizeya mirovan zindî dihêle. Di bernameya sersalê de jî kilamên çand û wêjeya devkî yên dengbêjiyê dihatin gotin. Ev yek jî peyamek e, li dijî medyaya serî li ber yekperestiyê ditewîne û ji bo zimanê kurdî dixwaze fikra “zimanê nayê zanîn” di bin hişê mirovan de bi cih bike.

Balkişandina ser helbestê

Hinek Henek balê dikişîne ser girîngiya helbestê ya ji bo civakê. Gava hunermendên navdar helbestan dixwînin, ev bandoreke erênî di warê hezkirina helbestê de li ser civakê çêdike. Di bernameya Hinek Henek de ev yek jî pêk hat. Di skêçeke din de jî bandora çanda populîst a neerênî ya li ser helbest û civakê hat ravekirin. Ji bo berê civakê bi huner ve be, zêdekirina skeçên bi vî rengî girîng e.

Cejna Newrozê ya ji bo gelê Kurd sembola serhildana civakî jî bû mijara bernameya Hinek Henek. Di bernameyê de lixwekirina cilûbergên Kurdî û lêdana erbaneyê jî ji rêbazên zindîkirina hafizeya civakî ne.

Li hember medyaya hawiz a veguheriye makîneya derewan û alava konsepta şer a topyekun, Hinek Henek dibe deng û wicdanê civakê. Ev ji bo parastina mîsyona rast a medyayê jî bi qîmet e. Tevgera bi feraseta exlaqê ji derew, tinehesibandin, veşartinê dûr ji ber zextan çiqas zehmet be jî ewqas dide qezenckirin. Mirov dema li dijî feraseta medyaya mêhtinger bibe medyaya mezlûman, wê demê dê qezenc bike.

Ozgûr Polîtîka