Zekî Bedran
Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê yê kevin Ebdulhelîm Xedam pirtûkek nivîsiye. Hin ji nivîsên wê di ragihandinê de derketin. Têkildarî mijara Kurdan behsa hin hevdîtinên xwe kiriye. Di dema êrişa Emerîka ya ser Iraqê de ihtimala ku Kurd bibin xwedîstatû derdikeve. Beşar Esed û Serokkomarê Îranê Xatemî li ser şerê li Iraqê û geşedanên mûhtemel nîqaşê dikin. Xedam jî di wê hevdîtinê de amade ye. Beşar Esed ji Xatemî re dibêje; mijara sereke ku emû Tirkiyê li ser li hev dikin Kurd in.
Xatemî jî weke wî difikire. Li gorî wan ji bo aramiya herêmê û mayîndebûna desthilatdariya wan divê pêvajoya bûstatûhiştin, bêîradehiştin û tinekirina Kurdan dewam bike. Digel nakokiyên navbera wan ev dijminiya Kudan mijara li hevkirinê ye. Li Başûr di pêvajoya referandûmê de ev eşkere diyar bû. Enqere û Tehran bilez bûn yek, piştgirî dan Bexdayê û li hemberî Kurdan dest bi êrişê kirin. Di şevekê de herêma Kerkûk û Germiyan standin. Tirkiyê tangên xwe li Silopya li ser sînor bi cî kirin. Alaya Iraqê û tangên xwe birin cem xwe û gef li başûrê Kurdistanê xwarin. Bi Îranê re tev geriyan û gotin, emê deriyên sînor bixin destê Iraqê. Herwisa gotin, emê deriyên nû yên gumrikê vekin. Gotin, emê rabûna balafiran ji Silêmaniyê û Hewlêrê qedexe bikin û qada hewarî bigirin. Wê deriyên sînor tev teslîmê rêveberiya Iraqê bikiran. Gotin, mûxateba me dewleta Iraqê rêveberiya Bexdayê ye. Kiliçdaroglu jî dibêje, divê em bi Sûriye, Îran û Iraqê re li hev bikin. Ango bila her çar dewlet weke berê Kurdan biperçiqînin, bixin binê kontrola xwe, bihelînin û ji dîrokê rakin. Bi opozisyon, desthilatdar, miliyetgir, mezhebgir û islamîstên xwe ve rêveberên vê dewletê û siyasetvanê wê di dijminiya Kurdan de dibin yek.
Lê yên dibin yek ne dagîrkerên Kurdistanê tenê ne. Sîstema cîhanê jî ev statû qebûl kirine. Lê piştî ku Emerîka û Sedam hatin hemberî hev Emerîka hinekî cî da Kurdan. Di vê valayiyê de Kurd bûn xwedîstatû. Tirkiyê piştî ku dît Emerîa li hemberî DAIŞê bi Kurdan re hereket dike, xwe serikî berda nava şerê li Sûriyê. Li Efrîn û Serê Kaniyê qirkirina neteweyî kir. Li Lozanê ji aliyê sîstema emperyalîst ve hat qebûlkirin ku Kurdist çar parçe be û di destê van dewletan de bimîne. Yekîtiya Sovyetan jî tevlî wan bû. Bi dehê salan e Kurd li ber çavê dinyayê di binê komkujî, koçberkirin û işkenceyê de ne. Lê tenê tên hiştin. Tirkiyê pişta xwe daye NATO û Emerîka, yên weke Beşar Esed jî hem pişta xwe dan hêza xwe ya navendî, hem dewletên Ereban û fetisandina Kurdan pêk anîn. Îran jî wisa. Ku desteka NATO û Koalisyonê têrê nekir, weke li Efrînê kirî, Tirkiye bi Rûsya re li hev kir û êrişî Kurdan kir.
Polîtîkayeke Rûsya ya ji bo Kurdan nîne. Emerîka û Ewropa jî wisa. Lê piştî ku xetera DAIŞê dîtin li Iraq û Sûriyê ji şervanên Kurd sûd girtin. Lê li hemberî zora li ser Kurdên li Tirkiyê bêdeng man û gotin, terorîst in. Şaredariyên di destê Kurdan de hatin desteserkirin, parlementerên wan avêtin zindanan. Bi hezaran rêveberên HDPê û serokên şaredariyan hatin girtin. Ewropa û Emerîka dengê xwe ji vê re nekirin.
Tirkiyê di erdê Iraqû de bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Bi salan e van herêman bombebaran dike. Di van rojên dawiyê de dîsa êrişî Garê, Zap û Metîna dikin. Bi awayekî fermî dibêjin emê emê li wir baregehan ava bikin em li wir mayînde ne. Li hemberî vê Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Îran, Iraq û Sûriye nerihet nabin û heta niha ti daxuyanî nedane.
Van hêzan li komkujiya Enfalê û Helebce temaşe kir. Li hemberî Sedam dengê xwe nekirin. Beşar Esed bi sedhezaran Kurd bênasname hiştin û bi welatî qebûl nekirin. Ne welatên Rojava, ne yên Erebî dengê xwe nekirin. Di ti platformên navneteweyî de rewşa Kurdan nehat nîqaşkirin. Ev rastiya dîrokê ji aliyê gelê Kurd, pêşengên wî û partiyên wî ve ne ku nayê zanîn. Û baş dizanin ku ev bela tev ji ber bêyekîtiya wan tê serê wan. Çawa ku tê dîtin ev mijara yekîtiyê mecbûriyetek e û li pêşiya me tevan sekiniye. Dijminên Kurdan ku evqas bi hêsanî û bilez dibin yek, wê Kurd nebin yek?






