Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêx Ebduselam Berzanî an Sofî Ebdulahê Yengeçînî?

04/05/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Şêx Ebdusselam, birayê Mele Mustefa Berzanî ye. Sala 2008’an ji aliyê Mihemed Fazil Paşayê Tirkê Osmanî ve tê girtin. Ji ber ku Itihadî Terakî desthilatiya Osmanî xistiye dest xwe. Mele Mistafe, hêj 3 sali ye, wî jî dixe gel Ebduselam li zîndana Mûsilê/Nînovayê.

Çîroka Şêx Ebduselam dirêje û ya giring jî, aliyên wî yê tevgêr û têkoşînê pir dişibin yên KCK’ê:

Navenda şerê wî yê li dijî desthilatiya tirkên Osmanî ZAP e. Di 2012 de Itihadî Terakî(IT) dirûxin, Partiya Azadî û Itilafî dibe desthilat. Ji zîndanê derdikeve û peymanek 8 xalî li gel vê desthilatiyê îmze dike. Her 8 xal jî, bi naverok, di xweseriyên îro yên Başûr û Rojava de hene.

Di 2013 de, dîsa IT dibe desthilat, Sileyman Nazif dikin Parezgerê Mûsilê û dîsa şerê Ş.Ebduselam û Tirika bi dijwarî despê dike. Bi ser nakeve, lê teslîm jî nabe, diçe Rojhilat gel Simkoyê Şikakî.

Silêman Nazif, dest davêje şêwazê nasyar ê xiyanetê ku îro jî ev di meriyetê de ye: Jibo girtin-kuştina Ş.Ebduselam û hevalên wî XILAT’ê terxan dike. Her weke XILAT’a ji bo pêşengên KCK’ê û bi taybetî, nuha dubare her 3 pêşengên KCK’ê hatiye terxandin. Di vê çarçovê de, Sofî Ebdulahê Yengeçînî(li herêma Sêroya Urmiyê), xiyanetê bi mêvanê xwe Ş.Ebduselam û 3 hevalê wî re dike, wan di xew de radestî neyaran dike. Di ser Wanê û Amedê re derbasî Nînovayê dike û di sala 2014 de, bi idamê tên şehid kirin.

Çarenûsa kurdan û hilwesta neyarên wan çend dişibin hev, ne ?

Ka îca em bala xwe bidin daxwiyaniya Mesrûrê neviyê Ş.Ebduselam û M.M.Berzanî! Dibêje, “ti pirsgrêka Tirkiyê bi Kurdan re nîne, bi tinê pirsgrêk PKK ye”!

De kerem bike, gelo mirov dikare vê gotinê çawa şîrove bike? Li Bakûr bêhtir ji hinek “Tunceli”yan dihat gotin ku “bûne evîndarên kujerê xwe”! Jiber ku li malên wan wênayê serokkujer Ataturk heye û pesindariya wî dikin!

Gelo ev pirsê ji Mesrûr re were kirin ew ê çawa bersîvê bide: Ma di dema Bapîrên te M.Mistefa û Ş.Ebduselam Berzanî de, PKK’ê hebû?

Her wiha dibêjin M.Mistefa Berzanî gotiye “bila kes nebin neyarên tirka, divê her dost bin”! Gûmana heye ku ne rast e û vê gemarê bi vî însanî dixin, neheqiyê û bêrêtiyê li wî dikin. Hema mînakek; eger rast bû ya, ma çîma ewqas km zahmet kişan çû Sovyetê? Hema 1m tirk hebû, dikaribû bi hêsanî û bê zahmet derbasî cem “kujerê birayê” xwe bibûya!

Ma gelo ne ji mafê her Kurd/Kurdistaniye ku van pirsên giring û jiyanî jî nevî Mesrûr bike?

Tu xort û baqil e, tu çawa dikarî bibe dost û hevalbendê(ka em barê te giran nekin û nebêjin evîndarê kujerê bapîrê xwe) vê dewleta qirker û mêtinger a Tirka? Em bînin bîra te, D.Bahçeli’yê hevparê desthilatiya R.Erdogan, di dema referandûma serxwebûna Kurdisitanê de, hêrs bûbû û bi tehdît digot: Hûn zêdê diçin, ez Bapîrê we Ş.Ebduselam tînim bîra we, me çi anî serî wî, tînîn serê we jî”!

Îca va ye, van kesên ewqas gefa li me hemû Kurdistaniyan dixwe û tehdît dikin, daketine pêl xaka pîroz a BAPÎRÊ te dikin, diherimînin û tu jî wan gotinên mentiq û ûjdan qebûl nake dibêje!

Du rê li pêşiya me ne, ya em ê bidin ser rêya (1)Ş.Ebdusselam û KCK’yîyan, ya jî bidin ser rêya (2)Sofî Ebdulayan! Ya rast û karibe êrîşên dewleta tirkan bide rawestandin rêya yekê ye. Mazlum Dogan jî ev rastiyê wisa ragihandibû: BERXWEDAN JIYAN E, TESLÎMIYET XIYANET E!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.