Civak ji têkiliyên gelekî tevlîhev pêk tê. Dema mirov dibêje civak, bi giştî têkilî û hûnandina têkiliyên civakî yên tevlîhev tê bîra mirov. Ji ber wê, hinga mirov bixwaze civakê vebêje, divê mirov bikeve nava têkiliyên wê yên kûr. Têkiliyên civakî weke rîsê şexitiye û ji bo mirov bikaribe ji hev veke, divê mirov bi sebir û sebat be. Nexwe ne gengaze mirov bikaribe têkiliêyn civakî bi awayekî kûr û berfireh fêm bike. Di nava van têkiliyên civakî de, kes ji gelek caran li xwe dimîne heyirî û nizane wê çawa ji nav derkeve. Di nava civakê de gelek tiştên ecêb jî hene. Gelek kes di nava civakê de ji ber hinek rewşên xwe yên xweser bi likaman têne navkirin û ew likam dimînin wana ve û pirrê wan ji heta mirinê bi wan likaman têne navdan û gazîkirin. Ne tenê kes, herwiha gelek caran malbat jî bi likaman têne naskirin. Ev likaman ji rewşên cuda têne. Likamên hinekan ji ber karê bav û kalên wan ne, yê hinekan ji ber kiryarên wan, yê hinekan ji ber qebahetên wan, yê hinekan ji ber kêmasiyên wan yên fîzîkî, yê hinekan ji ber sedeman cudatir bi wan ve hatine danîn. Lê her ji ber çi dibe bila bibe. Ev likamên heyî ji bo gelek kesan wateyên xwe yên cuda hene. Ji aliyekî ve bandora van likaman ya erênî heye, ji aliyê din ve ji bandora wan ya neyînî heye.
Me got bandora likaman yên erênî hene. Di nava civakê de gelek kes hene ku dema bi likamê wan têne gazîkirin piş dibin û singa wan bilind dibe. Ew bi likamê xwe ser bilindin. Ji ber ku ewan kesan ew likam yan bi keda xwe, yan bi mêraniya xwe, yan ji bi jêhatîbûyîna xwe standine. Ji ber wê yekê ew nav û nîşanê wan yên beloq in. Di nava dîroka Kurdan de mînakên vê ji pirrin. Mînak Xanê Lep Zêrîn yek ji van mînaka ye. Egîdê Kelha Dimdimê Xanê Lep Zêrîn, bi çengê xwe yê zêrîn hatiye likam kirin û ew bi wî likamî tê naskirin. Mînakeke din jê Mîr Mihê Kor e. Mîr Mihê, Mîrê Rewandizê bûye û demekî dirêj desthilatdarî li herêmê kiriye û li himberî Osmaniyan berxwedaneke bê hempa daye. Her çend ew mîr bûye jî, lê ji ber ku ew ji çavekî xwe kor bûye, ev likam li wî hatiye kirin û pêve maye. Ewî li ser navê xwe dirav daye çapkirin û xutbe jî daye xwendin, lê belê civakê negotiye ev mîr e û em çi likaman bi wî ve nakin. Mînakeke din jê Fata Reş e. Fata Reş, yek ji jinên Kurd e ya di dîrokê bi nav û deng e. Ji ber ku ew esmer bûye, ev likam li wê hatiye kirin û bi wî navî hatiye naskirin. Likamên gelek kesan jî ji ber karê wan bi wan ve hatiye kirin. Mînak gelek kesên necarî kirîn, hedadî kirîn, cebarî kirîn, yan ji karên din kirîn heta ku ew likamê wan neyê gotin tu kes wan nas nake. Ji xwe piştî demekê êdî malbata wan kesan ji bi likamê wan tê naskirin û ew nav bi wan ve dimîne.
Belê, likam di nava civaka Kurd de gelekî belave û ev mijar hêjayî lêkolînên civaknasî ye jî. Ji ber ku her çend likam bi navî ve tê gotin, lê belê êdî di nava civakê de bandora wî likamî ji ya navî pitire.
Sîpan Şînda






