Fener…. 30.4.2021
Idrîs Henan
Dema ku qirkirin û tunekirin veguhere ferastek û di hişê giştî de dibe ideolojiyek, tirsnaktirîn şiklê cînosîdan diafirîne. Metirsiyên heyînê gerdûnî dibin û her rengekî kuştinê dibe serbilindiyek. Hinek metelokên gelê Ereb hene dibêjin ku; carinan eşq mirovan tûşî kuştinê dike. Doza Kurdan jî wisa bûye ku celadê me aşiqê kuştin û tunekirina me bûye!. Heyamekî wisan çêkiriye ku bûye dogmayek ji baweriyên serdestiyê. Ji lew re jî ne êriş û ne jî hewldanên qelandinê bi dawî dibin.
Ger mirov tenê piçekî dîrokê vekole dê bibîne ku kirêtirîn dijminê gelan ê ku li ser qafên insanan meznahiya xwe ava kirye, pergala Tirk-Osmanî ye. Her rehên wê li ser mêtina xwîna gelan bi kok bûye û fena kansêrê di bedena Rojhilata Navîn de belav bûye ku bi milyonan mirov qetil kiriye û bi dehan ol, netew, civak, çand û şaristanî qir kiriye. Ji olên Îslam û Xiristiyanan bigire û heya komkujiyên derheqê gelên Eremen, Ereb, Asûr û Kurdan de were. Li rex tunekirina fîzîkî qirkirina çandî bi awayekî birêkûpêk, li gorî biryara Meclîsa Tirkiyê ya Hezîrana 1927`an, daye meşandin. Çiqas netew û hemwelatiyên biyanî ku li gorî lihevkirinên navdewletî di hundirê sînorên Tirkiyê de mane, tûşî tirkkirinê kirin.
Rûdanên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, di cewherê xwe de naveroka wê biryarê diteyisînin û rastiya faşîzmeke bê mînak e. Di vê oxirê de, li tevahî Kurdistanê, bi hezaran gund û bajarok bi erdê re hatin dûzkirin û bi sedhezaran kes hatin qetilkirin.
Hikûmeta AKP ya îro jî domahîka heman zihniyetê ye. Erdoganê ku sala 2015`an bajarên Sûr, Farqîn, Bismil, Cizîr, Silûpî, Hezex, Nisêbîn, Karbûran û Geverê bi erdê re dikirin yek digot:an wê teslîm bibin an em ê wan seriyan qut bikin!. Heman xeta kujer a imperatoriya Osmanî ye. Her nakokiyên rêolî û etnîsîteyî gur kirine û li ser esasê fîtneyan xwe mezin kirine û gelên herêmê tune kirine. Îro jî bi serkêşiya faşîstekî bê kok ê mîna Erdogan veguheriye daneheva xeteriya tirsnak a li ser gelên herêmê û tevhî cîhanê. Çilekiyên sîstemeke nijadperest heya ku ji holê neyên rakirin wê aramî ne pêkan be.
Ceribandinên êrişên li ser hev ên li ser qadên Parastina Medya, tevahî beşên Kurdistanê û bajarên cîhanê, naveroka axaftinên bê navber ên Erdogan, baş rave dikin. Dema ku dibêje; em mecbûrî qebûlkirina sînorên îro kirine. Lozan ji bo me ne serkeftin bû. Yan wê Tirkiyê mezin bibe yan wê biçûktir bibe. Gotinên kesekî berdayî ku bêserûber li her derê diaxive û li navendên navneteweyî nexşeyan hil dide, diyar dikin ka em rûbirûyî zihniyetek qirker, mêtinger û kujer a çawa ne. Timî gelan dehfî cehaletê dike û li ser nakokî û teşqelebaziyan, siyasetên xwînî yên osmancîtiya nûjen dubare dike.
Siyasetên guherîn demografîk ku îro li herêmên hatine dagirkirin têne meşandin û êrişên li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê û gefxwarinên li ser gelên cîhanê, sernavê serdemeke xîlafeta Erdogan e û hînceteke dagirkeriyek çors a kok-qelandin bingeha wê ye. Lê kurt be jî, îroj berxwedan û rêxistinbûyîna gelan difna wê imeratoriya xeyal xistiye herî û ritamê ku fena mirîşkan navên şêr, baz û pilingan li xwe dike?! Berxwedana Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn, Şengal û Efrînê wer lê kiriye ku weke rûviyê dûv bi tehtê ve maye û êdî paşiya wî rût bûye, hele ka çi baz, şêr û piling e?






