Ednan Mustafa
Cara yekmîne ku piştî Hilbijaratinê Dewletên Yekîtiya Emerîka – DYE, revebiriya Pentegon li ser hev daxuyenî û biryaran li dijî Tirkiyê dide. Li aliyekî daxuyaniyên li dijî dewleta Tirk û ji aliyê din ve razîkirina faşîzma AKP’ê pêk ve dide meşandin, ango siyaseta “Du Standartiyê” dide meşandin. Bi vê siyasetê rêvberiya Jon Baydin hem xwe ji dêrê nake û hem jî mizgeftê. Di çarçoveya vê siyasetê de, di rojên dawî de DYE dubarekirina xistina Navê Rêveberên PKK’ê weke Duran Kalkan, Cemîl Bayik û Murad Karayılan lîsteya lêgerînê û li ser wan Milyon Dolar danîn. Careke din rojev kirina rêyedarên PKK’ê, yekser girêdayî biryara Emerîka ya rawastandina peymana Balafirên F35 e. Ev biriyar di serê gelek şîrovekarên siyasî de, nêrîna ku li pişti biryara Emerîka pilaneke cûda ya veşartî heye, da rûnişkandin. Hin aliyan jî diyarkirin ku biryara Jon Baydin li dijî Tirkiyê, ji bo qelskirina têkiliyên di navbera Rûs û Tirkiyê de ye. Lê di demekê de ku hîna rojeva Tirkiyê li ser biryara Emerîka berdewam dikir, rêvebiriya Waşintonê biryar da ku Tirkiyê di 24 Nîsan a sala 1915an de li dijî gelê Eremenî Jenosîd pêk aniye. Ev biryare jî hem Tirkiye da acizkirin û hem jî lez da oparasyona ser axa Başûrê Kurdistanê li herêma Metîna, Zap û Avaşîn’ê.
Helbete komkujiya sala 1915an ya li dijî Ermeniyan hatiye kirin, naskirina fermî ya dewleta Emerîka bi erêniye. Lê divê bê zanîn ku esas biryarên li dijî rêvebirên PKK’ê hatine girtin, weke Starata êrîşan li dijî gelê Kurd di şexsê PKK’ê de were fêmkirin. Li gor vê yekê kesekê roni ji Tirkiyê re pêxist ku êrîş bibe ser PKK’ê. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bêjin ku rêvebiriya Baydin, bi van biryara siyaseta xwe li dijî Kurdan û Tirkiyê zelal kir. Siyaseta ku herdu aliyan bi hevdu dane terbiyekirin e. Bi wateyek din, ji vê siyasete re dibêjin siyaseta “Şekir û Kamçî”. Emerîka bi vê nîzkatiyê dixweze, Tirkiyê vegerîne hevsingiya dema borî ya di nava NATO yê û têkiliyên Tirkiyê û Rûsan qels bike. Di heman demê de, ne tenê li Bakur, li Başûr û Rojava jî dixweze PKK’ê bixe rojeva xwe. Ji bo vê yekê riya herî kurt û nêz ku PKK’ê bixe hedefa êrîşan Tirkiyê. Di heman astê de ji bo firênkirina Tirkiyê jî, Kurdên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê amûrên herî pêşin ku Tirkiyê pê aciz bike û tawîzan ji Tirkiyê bigre. Lewra di demeke ku Senetoya Emerîka biryara seknandina bernameya Balafirên F35 da û Buyerên 1915an weke jenosîd bi nav kir. Di heman demê de rê dan Tirkiyê ku, hem Rêvebirên PKK’ê dîsa bêxe Rojevê û hem jî li seranserî sînorê Bakur, Başûrê Kurdistanê û li herêmên Parastina Medya êrîşên Hewayî û Bejahî destpêkirin. Ka em binêrîn li piştî siyaseta ‘Şekir û Qamçî’ ya Emerîka wê hîn çi derkeve holê û wê bandora xwe çawa li Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.! Em li bendê bin.






