Zehra TUNÇ
20’ê Nîsanê piştî nîvro hêzên girêdayî Artêşa Iraqê bi hamiran, çekên giran û hêzek mezin xwestin bikevin bajaroka Til Ezêr ê başûrê rojavayê Şengalê, paşê jî xwestin bikevin Gir Zerik. Asayîşa Êzidîxanê û welatiyên derdorê bi pêşengiya dayikan li ser cadeyê kom bûn û xwe dan pêşiya leşkeran. Dayika kiras sipî çawan sînga xwe kiribû kêl û bi ser leşkeran de diçu, heyîbeta wê ket ber kadrajên kamere û wênekêşan. Berxwedana welatiyan a bi pêşengiya dayikan li gundê Gir Zerik bi ser ket û Artêşa Iraqê ya ku dixwest êrîş bibe ser gund xwe paşve kişand.
20’ê Nîsanê Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî artêşa Sûriyê êrîşî taxa Teyî ya Qamişloyê kirin. Hêzên Ewlekariya Hindirîn parstina taxê kirin û di êrîşên şeş rojan dom kir de berxwedaniyek mezin nîşan dan. Di nava hêzên ewlekariyê de dayikan zarokên xwe li malê hêlabûn û hatibûn bergiriya taxa Teyî dikir.
Ev jinên li hemberî çekên giran ên qartêşa Îraqê bê tirs li ser cadê disekinin û digotin ; ‘ancax hun bi ser canê me re derbas bibin û wisa bikevin Şengalê’ ev cesaret û xwe bawerbûn ji ku girtine? Jinên parastina taxa Teyî ya Qamişloyê jî bi heman şêweyî dikin. Zarokên xwe di malê de hêlan û çekên xwe girtin û di parastina taxê de xwe berpirsiyar dîtin.
Ma ev ne ji cesaret û fedekariya keçên ciwan ên weke Asya Kerîm yên li Qada Mam Reşo dema artêşa Tirk bi armanca dagirkirinê leşker li Girê Şehîd Dilgeş didan, bi hevalên xwe Ekîn û Çiyager re bi çekên giran li wan xistin û nehiştin leşker li gir bi cîh bibin. Ne jî hatina Asya û hevalên wê ya wan çiyayan ji berpirsiyarî û pêşengiya Hevserokên Meclisa Gel yên Cizîra Botanê Asya Yuksel û Mehmed Tunç yên di binhişiya gelê Kurd de weke pêşengên berxwedana Cizîra Botanê ya salên 2015 û 16’an tên zanîn bê agahiye.
Kî dibê Asya Kerîm ya ku li hemberî êrîşên deweta tirk yên li ser herêma Bradostan ku di aliyê erdnîgarî de weke hestiyê pişta Kurdistanê tê dîtin berxwedaniyek mezin nîşan dayî, ilham û cesaret ji Asya Yuksel negirtiye. Asya Yuksel jî bi heman şêweyî bi serboriya jiyana Binevş Egal ya di binhişiya jinên Kurd de weke Bêrîvana Cizîra Botanê tê nasîn mezin bûye û li gorî jêre hatî gotin jiyan û di Cizîra Botanê de dubare giyana Bêrîvanê da jiyan din.
Malbata Mîne ya welatparêz kî dizane, dibe ku navê pêşenga Komara Mihabadê Mîne Qazî lê kiriye û bi çîrokên jinên pêşeng yên di berxwedana li dijî dagirkeriyê mezin kiriye. Mîne ya bi wê hişmendiya welatperweriyê mezin bûye dizane li peyî berdewama Keleha Dimdimê Cizîra Botanê heye û ji navê pêşengên wê Mîne nasnavê Asya ya pêşenga berxwedana jêr zemînên Cizîrê hildibijêre.
Yek ji van jî ne tesadufe û ji ber xwe de çênebûye, hemû binhişiya bîra civakiya Kurdan ya bi devkî ji demboriyê xwe gihandîn dahatoyê ye.






