Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriye ji şer û tevlîheviya navxweyî rizgar nabe

28/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jin jinûve evînê li ser vê xakê şîn dikin! -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran.

Rejima Be´sê ji ya xwe nayê xwarê. Ji dîrokê û ji tiştên dibin ders nayê girtin û dubare dibin.

Rejim, çawa ku rewşa Sûriyê ketiyê ti para wê tê de nebe tev digere. Li gorî wê hêzên derve û dijmin her tiştî dikin. Çawa ku li Sûriyê demokrasî hebe, welatî azadî û wekheviyê de bijîn, lê hên hêzên niyeta wan xerab hatibin welat xistibin nava şer. Li gorî wê riya derketina ji vê qeyranê her kes di binê rejima Be´sê de kom bibe û stûyê xwe ji rejima otorîter re xwar bike. Nêrîna rejimê wiha ye. Ji tiştên dibin xwe qet berpirs nabîne.

Halê hazir Sûriye bûye sê parçe. Beşek di destê dagîrkerên Tirk û çeteyên wê de ye. Beşek jê di destê hêzên DAIŞ paqij kirîn û li bakur û rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke xweser ava kirîn de ye. Ya mayî di destê Be´siyan de ye. Yên rêveberiya xweser ava kirîn modeleke demokratîk kirine bingeh. Ev riyeke wisa ye ku Sûriyê tevê li cem hev bigire û her kesî himbêz bike. Weke din rêveberiye xweser dibêje, em amade ne bi hikumeta Şamê re hevdîtinê bikin û ji bo yekbûna Sûriyê bixebitin. Ji bo wê israr dikin ku bi navcîtiya Rûsya hevdîtin dewam bikin.

Ev polîtîkaya rêveberiya xweser ji bo Sûriyê firseteke dîrokîye. Yên li Şamê rûdirin divê bilez dest bi hevdîtinên yekbûnê bikin û ji bo aramkirina welat bikevin nava tevgerê. Lê ew hişmendî nîne. Tişta ku Şam dixwaze vegere berî 2011an. Şansê wê yê ku bi hêza xwe li serpiyan bimîne nîne. Aborî perîşan e. Dolar bilez bilind dibe. Gel di nava xizanî û nebûnê de diperpite. Rejim li şûna ku çareseriyekê ji wan re bibîne, ew bixwe jî ambargoyê datîne ser wan. Bi taybetî Şehba dixe nava dorpêçê. Tiştên derbasî rêveberiya xweser dibin bacê ji wan distîne. Ew bixwe jî dibe alîkar ku bihayê tiştan zêde bibe jiyana gel zehmet bibe.
Çawa ku ev têrê nekin li Qamişlo di rojên dawî de çawa ku tê dubarekirin, bi taybetî bi milîsên xwe dixebite tevlîheviyê derîne û xwînê birijîne. Beşeke bajêr di destê wan de ye. Ji van deran êriş dikin hêzên rêveberiya xweser û dixebitin a ramiyê xerab bikin. Di van şeran de zarok, sîvîl û hêzên asayişê tên kuştin. Bêaramiya di nava bajêr de faydeyê dide kê? Pirsgirêkên Sûriyê yên giran hene. Bi telîhevkirina Qamişlo û kuştina sîvîlan wê kîjan pirsgirêkan çareser bikin? Yên dimirin bi giranî xizan in. Nijadperestiyê geş bike, çek bide destê xizanan û mirovan bi hev bide kuştin wê kîjan pirsgirêkê çareser bike. Yên Sûriyê bi rê ve dibin, ji nimetên desthilatdariyê sûdê digirin û dewlemend dibin, çek nadin destê zarokên wan û wan tevlî şer nakin. Yên dimirin her tim ji beşên xizan in. Divê gel jî êdî ji van lîstokan re bêje bes e û ji van kesan dûr bisekine.

Rêveberiya xweser dibêje werin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê Be´bi provakasyonan bersivê didin. Bi kuştina çend kesên din yên xizan wê Sûriye bigihe kû. Ma li Sûriyê xwîn têra we nerijiya? Bi serhezaran mirov nemirin? Bi mirina van mesele çareser bû? Divê gel van pirsan bike û welatparêz û demokrasîxwaz bibin xwediyên helwesteke bibandor.
Rêveberiya Şamê wê biçe hilbijartinê. Ji bo hebûna xwe nîşan bide tevlîheviyê dertîne. Dixwaze her kes stûyê xwe jê re xwar bike û desthilatdarî bê qeyd û şert di destê wan de be. Ji bilî xurtkirina rejimeke otorîter planên wan nînin.

Eger sîstema Be´sê serkeftî bûya Sûriye nediket vî halî. Heta ku Sûriye demokratîk nebe nikare yekbûna xw biparêze û meseleyên xwe hel bike. Yan wê rejim bi zorê her kesî bêdeng bike, yan wê gel mehkûmê krîz û şer bibe. Dixwazin gel di nava her du rewşan de asê bimîne. Divê gel nekeve van davikan. Pêwîstiya Sûriyê tevê bi azadî û demokrasiyê heye. Welat bi destê çend malbatan tê talankirin. Kesên ne ji wan bin wan bi xayîntî û dijmintî radigihînin. Divê dewlemendiya welat bikeve xizmeta her kesî. Ji bo wê jî avakirina sîstemeke demokratîk şert e. Çawa ku tê dîtin paşroja Sûriyê ne di şer û aloziyê de, di yekbûn û demokrasiyê de ye.

Niha wê li Sûriyê hilbijartin çêbe. Ma encama wê ne diyar e? Bêguma ji bilî Esed ihtimala serkeftina kesekî din nîne. Baş e ev çi hilbijartin û demokrasîye. Di demokrasiyan de namzet dikevin pêşbaziyê û gel diçe ser sindoqan yekî hildibijêre. Li Emerîka gel Trump şand û Biden anî. Ihtimaleke wisa li Sûriyê heye? Nîne. Piştî ku rewş wisa dibe krîz û şer dibin hêvî. Rejimên wiha her tim pêdiviya wan bi dijminê hundir û derve heye. Rizgariya ji vê rewşê demokrasî ye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.