Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“DÎFA EL WETANΔ KÎ NE Û Dİ XİZMETA KÊ DE NE!

28/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jin jinûve evînê li ser vê xakê şîn dikin! -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Ednan Mustafa

Li Qamişlo ev çend roj in di navbêra hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî û Hêzên bi navê Difa El Wetanî şer û pevçûn heye. Mijara me, ne aliyekî tewan bikin û aliyekî mafdar dîtine, lê rewşa raelîst û berçav diyar dike ku, ji mijareke siyasî, leşkerî zêdetir şerê li taxa Tay a Qamişlo diqewme, hin hêzên ji hebûna Dîfa wetanî sûd digirin û ji Fauda li Qamişlo dixwazin fayde bigirin.

Difa Wetanî di sala 2012an de bi aramnca parastina avahî dewletê hate avakirin, her çiqas ev avahiya Difa El wetanî bi vê ramancê hatibe avakirin jî, lê belavkirina çekên sivik û giran li ser pêkhateya vê rêxistina çete diyar dibû ku rêvebiriya BAAS xwedî armanceke taybet ji vê rêxistina Çete ya bi navê Difa El wetanî.

DİFA EL WETANÎ BÛN EL NUSRA Û DAİŞ’Î

Piştî avakirina Yekîneyên Çeteyên bi navê Difa El Wetanî di sala 2012an de, li herêma Hesekê, Til Barak, Til Hemîs û Til koçer û hin herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê komên din yên  weke Guraba El Şam, Cebhet El Nusra û Ensar El Suune yên weke opizisyona Sûrî xwe îlan kirin. ji aliyekî Rêjîma BAAS komên Difa El wetanî bi çek dikirin û ji aliyê dîve Tirkiyê Û Qeter komên çete yên El Nusra û Guraba El Şam. Şerê Serkaniyê yê sala 2012-13an bi destê van koman pêk hatin. Gelek endamên weke Difa Wetanî dihatin naskirin di şerê Serêkaniyê, Til Temir, Til Hemîs û Til Barak yên 2013an de de endamên dîfa El wetanî bûn lê bi kirasê îslam û bi navê El Cebhate Eş Nusra bû.

Bi hatina Tevgera Tundrew ya bi navê DAİŞ, gelek ji van herêman bê şer artêşa Rêjîma Sûrî bi cih hêşitin û reviyan. Difa El wetanî ku piraniya endamên wê ji xelê Herêmê bûn, tevî çekên xwe piraniya wan beşdarî DAİŞ bûn. Bi dawî hatina DAİŞ di sala 2018an de li şerê Bahoz yê Dêra Zorê gelek ji endamên DİAŞ careke din vegeriyan gundê xwe û careke din beşdarî Difa El Wetanî û Ketayêb El Baas bû.

DAİŞ’Î CAR DİN BÛN DİFA EL WETANÎ

Rûsiya piştî têkibirina DAİŞ li Baxozê, giraniya xwe da bi rêxistin kirinê di nav êl û Eşîrên Ereb yên Rojhilatê Firatê. Lewra berê xwe da derfetên rêjîma Sûrî û li ser îmkanê berê dewletê dabûn avakirin dest bi rêxistin kirinê kirin. Rûsa li ser bingeha bi rêxsitin kirina Difa El Wetanî gelek endam û ciwan şandin Libiya ku şerê Hikumeta Fayiz Serac bikin. Ango çaea Tirkiyê Çeteyên Sûrî şandin Libiya, Rûsan jî çeteyên Difa El Wetanî şandin Libiya. Di weteyeke din çavkaniya çeteyên, ya tê bi navkirin “Artêşa Niştimanî Sûrî” li dervehî Sûrî û dervehî rêjîma Sûrî li gelek welatan weke çeteyên bi pera hatin bikar anînin. Di heman demê de Rûsan ji “Difa El Wetanî” li cihê ku bi wan avahiyên Rêjîma Sûrî biparêze û dijî DAİŞ, çeteyên TirkÎ bide şerkirina, berovajî vê yekê berê wan dan dizî, talanî û ew şandin Libiya û bi para dane şerkirin.

PÊŞBAZİYA ÎRAN Û RÛSAN Lİ SER DİFA EL WETANÎ

Li kêleka polîtikeya Rûs ji Dîfa Wetanî, Îran jî li ser vê pilanê lîst û xwest Difa El Wetanî li gor xwe bi kar bîne. Lewra di demên dawiyê de li Hesekê, Dêrazorê û li Qamişlo û gundewarê wê, Îran û Hizbilah Lubnan dest bi rêxistin kirina Difa El wetani kir. Ger gotin di cih de be, İran û Rûs weke yariyeke pêşbaziyê kî beriya yê din dikarê Difa El Wetanî bixe xizmeta berjewendiyên xwe. Di vê çarçoveyê de, em nikarin behsa hebûneke hemojen ya yekîneyeke Dîfa El wetanî bikin. Em ji Difa El wetanî re bêjin DAİŞ û El Nusra mirov ne şaşe, em bêjîn çeteyên Rûs û Îran’ê dîsan şîroveke ne dorî rastiyê ye. Hîn wêdetir em bêjin çeteyên Pera û çeteyên dizî û talanê jî em tespîteke rast dikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.