Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê faşîzm bê dadgehkirin

28/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê faşîzm bê dadgehkirin
Share on FacebookShare on Twitter

AYSEL AVESTA

Beriya bi 6 salan li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku bûbûn bela serê mirovahiyê, li ser navê rûmetê berxwedaneke dîrokî hat meşandin. Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarê wan Erdogan, tam 134 rojan dewam kir. Dijmênên çav sor ku çav berdabûn bajêr, bi êrişên xwe yên bêperwa hewl dan, bajêr tar û mar, û tine bikin. Lê gelê Kurd tevî dost û hezkiriyên xwe , bi berxwedanê  nîşan da ku dagirkirina bajarê wan ne wisa hêsane. Di serî de jin, her kes  ji bo Kobanê seferber bû û di çeperên pêş ên şer de bi ruhekî fedaiyane cih girtin. Bi ser jî ketin, çete bi temamî ji axa xwe derxistin û bajar kontrol kirin.

Ev serketin ya her kesa/ê bû ya/yê ku dilê wê/wî ji bo Kobanê lê dida. Ji ber ku her kesî bawer dikir ku azadkirina Kobanê ji dagirkeriyê, ji hovitî û faşîzmê, wê bibûya azadkirina tevahiya mirovahiyê. Wisa jî bû, DAIŞ’a li serê cîhanê, mirovahiyê bûbû bela, li Kobanê hat rawestandin û şikesta pêşî xwar.

Vê berxwedanê awirên her kesî zivirand ser têkoşîna gelê Kurd a mafdar. Li qada navneteweyî  xweşbîniyeke mezin li hemberî gelê Kurd da avakirin. Her kesî êdî Kurd û Kurdistan bi Kobanê nas kir. Cîhan hemû bû şahida vê yekê ku Kurd ji bo azadî û parastina nirxên xwe amade ne berdêlên herî giran bidin da ku hebûna xwe misoger bikin. Ya li Kobanê hat kirin jî ev bû. Berxwedana Kobanê bandoreke mezin li gelê Kurd û hêzên şoreşger jî kiribû. Li Kurdistan, Tirkiyê ji bo Kobanê bi hezaran kes rabûn ser piyan û tevlî vê berxwedanê bûn. Serhildana herî girseyî jî di 6 û 7’ê Cotmeha 2015’an de li Bakurê Kurdistanê pêk hat. Di vê serhildanê de nêzî 40 welatparêz ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Gelek  kesên wê demê li hemberî hovîtiya çeteyên Erdogan derketin, di 26’ê Nîsanê de tên dadgehkirin.

Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de doz li sedan kesî hatin vekirin. Bi îdîaya ”Têkbirina yekîtiya dewletê û welêt” ji bo ji sedî zêdetir mirovan ceza tê xwestin.
Weke ku  Selahattîn Demîrtaş jî gotibû, “Ya ku Erdogan jê aciz bûye kuştina mirovan nîne. Ya ku ew jê gelekî aciz bûye têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ye.”

Ji ber ku Erdogan bawer dikir ku Kobanê wê bikeve. Ji lewma her roj derdiket pêş çapemeniyê û digot, “Kobanê ha ket û hat ket”. Lê parazvanên Kobanê destûr nedan ku Kobanê bikeve. Azadkirina Kobanê û têkçûna DAIŞ’ê hêviyên Erdogan pûç kirin. Lehengiya bi hezaran jin û ciwanên Kurd nîşanî herkesî û di serî de dewleta Tirk da ku berxwedan û têkoşîn bi ser dikeve.

Ji biryardariya berxwedana Kobanê jî em dizanin ku rêya têkçûna faşîzmê berxwedan e. Çawa bi berxwedaneke yekgirtî çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, divê bi heman hişmendiyê îro jî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê li hemberî dagirkerên Erdogan rabûneke radîkal çêbe. Yên ku dixwazin ji AKP-MHP’ê  rizgar bibin, divê li dijî kirinên wan jî bin. Ji ber ku îro jî bi heman zêhniyetê faşîzmeke mezin li ser gelan tê meşandin. Hîn jî rojane mirovan ji ber fikrên wan digirin û êşkence li wan dikin. Li kolanan dest diavêjin jinan û wan dikujin. Mafên wan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin, ji wan tên standin. Welat ber bi qirîzeke mezin a aborî ve tê kaşkirin. Civak bi xizanî û birçîbûnê tê terbiyekirin. Pêşî li siyaseta demokratîk tê girtin. Sînordanîna ji van êrişan re jî bê gûman têkoşîn e. Ji ber ku panjehra faşîzmê berxwedan e. Bi wesîleya doza Kobanê divê ew ruhê Kobanê yê berxwedêr careke din zindî bibe da ku dawî li ve zilm û faşîzmê bê anîn. Divê li dadgehê ne ruhê berxwedanê, faşîzm û dagirkerî bê dadgehkirin. Çawa têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bû serketina cîhanê hemûyî, lazim e serketina doza Kobanê jî bibe wesîleya dawiya faşîzma dewleta Tirkî.

Yenî Ozgur Politika

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.