Faruk Sakik
Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz dibû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû. Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya. Îtîhat û Terakî ya ku di sala 1908an de dest danîbû ser rêveberiya Osmaniyan û li dû rojên bi îhtiras bûn, li rêyeke xelasiyê digeriyan. Talat Paşa jî ji pêşengê vê rêxistina Îtîhat û Terakî bû.
Konsolosê Amerîka yê wê demê, Henry Morgenthau di 16’ê Tîrmeha sala 1915’an de li ser kesayetiya Talat Paşa nameyek nivîsibû.
“Êdî min Talat baş nasdikir. Her roj me hev didît. Li gor Talat ji ber sedemên neyartiya gelên heremê eyalet li pey eyaletan wendadikin. Digot heger em dixwazin ku li yên di destên me de mayî xwedî derkebin, divê Turkiye ji van gelên biyanî xelas bibe. Tirkiye ya Tirkan e. Ev nerînên Talat yên bingehîn bûn.”
Û dest bi qirkirina gelên Anatoliyayê kirin. Piştî qirkirina van gelan, li hemberî kurdan dest bi pêvajoya tunekirin û asîmlasyonê kirin. Hin raporên qirkirina kurdan ên taybet amade kiribûn.
Piştî van raporan, dest bi xebatan kirin. Her rapor yek bi yek, xal bi xal li Kurdistan pêkanîn, biserketin jî. Kurd hatin asîmlekirin. Demografî hat guhertin. Kurdan dest bi înkara xwe kirin. Û ev bêdengî bi salan dewamkir.
Her çiqas car caran hin serhildanên heremî pêkhatin jî, lê di esasê xwe de, bêdengî hetani sala 1984an, hetanî ku PKKê şerê çekdarî da destpêkirin, dewam kir.
Ocalan û PKK ew bêdengî şikandin. Ew asîmlasyon rawestandin û ew kurdên li çiyayê Agirî hatibûn bêtonkirin ji nû ve zîndîkirin.
Lê li gor dewleta Tirk a dagirker, diviyabû ku ev kurd ji nû ve li çiyayê Agirê bihatina betonkirin. Lê astengiya herî mezin li pêşiya wan, PKK bû.
Êrişên bi salan û komploya navnetewî jî, nikarîbû vê hêza kurdan tinebike. Di serdema me de li şûna Talat Paşa, Erdogan Paşa hatibû û peyama Talat Paşa girtibû. Kuştin, zindankirin, koçberkirina kurdan a ku 40 salan biserneketibû ji nû ve xist pratîkê.
Bi komploya navnetewî armanca êrişan jî hat guhertin. Wan baş dizanibû ku bi tinekirina PKK’ê ewê plana xwe ya dîrokî pêkbînin.
Digotin ku kurd werin tinekirin jî, wê PKK ji nû ve kurdan zîndî bike. Bi vê hişmendiyê erişî PKK’ê kirin û êrişî Heremên Parastina Medya kirin.
Lê bi israr ‘Qendîl’ kirin armanc. Bi salane beşekî mezin ji aboriya Tirkiyê bi balefirên şer barandin ser xaka herêma Qendîlê, biserneketin. Sîxûrên xwe bicîh kirin biserneketin. Li dijî gelê sivîl komkujî pêkanîn biserneketin. Erişên bejayî pêkanîn lê darbe xwarin û dîsa biserneketin. Hatin Garê têkçûn. Vegeriyan û serî li rêbazeke nû dan; bi destê kurdan rûxandina keleha azadiya kurd.
Sedemeke din ku êrişî Gerîlla dikin jî daxwiyaniyên ji nunerên PKK’ê bû. Digotin; ‘Li kuderê Kurdistanê metirsiyek hebe wê Gerîlla midaxle bike’. Gerîlla wisa jî kiribû, bi hewara Şengal, Kerkûk, Mexmûr û Rojava çûbû.
Bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku bi tenê ne ji bo Şengalê, ji bo hemû herêmê hatibû îmzekirin kodên êrişên xwe guhertin. Ji bo vê yekê îro li herêma Metînan dixwaze ceribandineke din bike. Ji niha ve diyare ku wê darbeyeke mezin ji gerîllayên Kurdan bixwe, ji ber vê yekê jî medya wan bêdeng e.
Xeyalên bapîrê wî Talat Paşa çawa di gewriya wî de ma, ev xeyalên Erdogan Paşa jî, wê di gewriyê de bimîne. Em aqûbeta Talat Paşa ya Berlînê jî bibîrnaxin…






