Rojnameya Ronahî

ji bo xelkên taxa Tey vegerin malên xwe hêzên Ewlekariya Hundir rê vekirin

Navenda Nûçeyan

Ji bo ku xelkên taxa Tey yên ji ber kiryarên çeteyên Dîfa El-Wetenî ji malên xwe derketin vegerin malên xwe, hêzên Ewlekariya Hundir li pêş wan rê vekirin.

Çawa ku hêzên Asayîşê xelkên taxa Tey ji ber êrişê çeteyên Dîfa El-Wetenî parastin û ji bo ewlehiya wan ew ji taxê derxistin. Lê piştî ku tax ji çeteyan rizgar kirin, rê li pêş xelkên taxê vekirin û li çaryana (dewara) Basil basên gel haziri kirine da ku bi ewlehî vegerin malên xwe.

25 Nîsanê hêzên Asayîşê daxwiyanî da. Di daxwiyaniyê de teqez kirin ku xelkên taxa Tey yên ji ber kiryarê çeteyan ji malên xwe derktin, dikarin bêtirs vegerin malên xwe û gotin ku parastina gel ji erkê wa ye, xelkên taxa Tay jî beşek ji beşê xelkên Qamişlo ne.

Herwiha tê zanîn ku piştî agirbesta dayîm bi navcîkiya Rûsiya û hêzên Sûriya Demukratîk hat ragihandin. Çeteyên Dîfa El-Wetenî dîsa agirbest binpêkirin û êrişî hêzên Asayîşê kirin. Bi mafê rewa yê parastinê, hêzên Asayîşê jî bersiva wan dan û çete ji taxê bi giştî derxistin. Ji bilî dibista Ebas Elawî ya ku ji hikûmeta Şamê re bûye xaleke ewlehî.