Fener… 22.4.2021
Idrîs Henan
Nakokiyên kêlî bi kêlî ku derdikevin, bi xwe re têgîna şêwazê jî derdixin. Şêwaz jî pêkanîna gihandina armancê û destgirtina çareseriya pirsgirêkan e. Pêkanîn jî li gorî taybetmendiya pirsgirêkan e. Çiqas pirsgirêk cor be cor bin, ewqas şêwaz cor be cor in. Dema ku mirov pirsgirêkê rast binirxîne û rast şîrove bike, dê şêwazên rast hilberîne û hilbijêre. Naskirin jî di çareseriya nakokiyan re derbasdar e.
Îroj nakokiyên li Sûriyê wer lê hatine ku di nava diyalektîka yekîtî û têkoşîna tunekirina hev û din de ne. Bi nebûna şêwaza rast re pirsgirêkên li welêt kûrtir û bilindtir bûne. Fena goka berfê lê hatiye. Roj bi roj mezintir û kurtir dibin. Girêk ew e; aliyên ku li çareseriyê digerin û qaşo xwe weke hêza şêwazê pênase dikin, veguherîne navenda girêkê. Nakokiya bingehîn ku bûye sedema kirîz û kaosa vî welatî berter fhiştine û bi lêgerîna perjewendîperest re, insiyatîfa çareserkirina nakokiya bingehîn ji dest dane. Ev jî xeteriyek e ku ji bilî xwe ti çareseriyên dîtir qebûl nakin. Bi vê rêbaza nêzîkatiyê re zemîna şoreşgerî li Sûriyê veguherî zemîneke kurtêlxwariyê. Ji serê kirîzê heya bineya aloziyê were, hemû jî veguherîn navenda kaosê. Ji ber vê sedema kok, hemû aliyên di nava têkoşîna desteserkirina desthilatdariya Sûriyê de bûn, cilên xwefiroşiyê li xwe kirin. Hinek ji Rûsya, Îranê re û hinek ji Tirkiyê re xulamtî kirin. Vê yekê qeyrana li Sûriyê kûrtir kiriye ku bi hezaran kom, girûp û togayên rêxistinkirî ên çetetiyê ava kiriye. Bi dilê patronan e, li ku bê xwestin berê çeka wan li wir e. Yek ji ecayîbên pêvajoya aloziya Sûriyê jî ew e ku her nakokiyên derketine bê şêwaz mane.
Çirûskên şêwazên çareseriyê ku bi rojên destpêkê yên Şoreşa Rojava re derketine, gelek rohnî bûn ku tekane rêya kurt ew e; jiyaneke hevbeş li ser esasê edalet, wekhevî û pir-rengiyê ancax şêwazê herî rast a çareserkirina nakoniya bingehîn a vî welatî be. Lê ev ne li gorî siyaseta perjewendîperest a mîr û bazirganên şeran bû. Ji ber vê taybetmendiya çareserker a hêza demokratîk ku li Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi pêş diket, berê çeka hemû aliyên navenda aloziyê wir de bû. Ji lew re tevahî xeta bakurê Sûriyê ku di nav de ji Dêrîk heya Efrînê heye, armanca van hêzan bû. Bi lihevkirina bi faşîzma Tirkiyê re plan kete meriyetê. Istiqrara şêwazê çareseriya demokratîk armanc bû. Di heman demê de barkirina wateyek nû ji têgîna dagirkirinê re bû. Bi gotineke din, guherîna şiklê dagirkeriyê ye. Li şûna wê jî tivîkirina rengê tirsnak a kokqelandin û tunekirinê bû.
Ji ber van sedeman, îroj em li Sûriyê dibînin ku hêz û aliyên naveda aloziyê ne, tevî hemû nakokiyên perejewendîperest, li ser tunekirin û qirkirina hêza demokrasiyê li hev dikin. Ji ber vê jî ne sosret e ku em îro dibînin li Qamişloyê milîsên Îran û rejîma desthilatdar a Baas paralelî çeteyên faşîzma Tirk li Şehbayê êrişî navenda afrîner a şêwazê çareseriya demokratîk dikin. Lêhatî yan lihevkirî be. Xem nake! Avantaj ew e, dijminatiya ji hêza gerantor a aşîtiyê re û têkbirina şêwazê çareseriya mayînde ye. Ji lew re jî hêzên ku taybetmendiya nakokiyê berterf kirine, nekarîne bibin hêza şêwazê û her li dijî şêwazê rast şer kirine û milîsên kurtêlxwar ên fena DAIŞ, El-Nûsra û Dîfaa El-Wetenî afirandine. Di pêkanîna çareseriyê de jî her li paş û bê hewl mane.






