Gulîstan Xalid
Dagirkeriya dewleta tirkî tehemûla xwe ji navê kurdan re, destkeftî û azadiya kurdan re tine ye. Ew di cîhanê de, xwedî hişmendiyek nijadperestiyeke herî xeternak e. Dema dibe mijara azadiya gelekî, teybet jî ev gelê kurd be, bi çavsorî êrîşa hovane li ser her cûre nirgên gel dike. Vê êrîşê jî li ser esasê qirkirinê pêk tîne. Bê guman ev nayê wê wateyê ku ev hişmendî tenê li ser kurdan xeteriyek e. Ev hişmendî ji bo tevayî gelên ku dixwazin bi nasnameya xwe, hebûna xwe û çanda xwe jiyan bikin xeter e. Lê kurdan ji bo xwe niha hîn zêdetir asteng dibine, ji ber ku gelê kurd di dîrokê de gelekî azadîxwaz û berxwedîr tê nasîn. Lewra gelê kurd ji bo hişmendîya wa ya nîjadperest metirsiyek mezin e. Ji bo wê dixwaze, bi êrîşên xwe yên li ser nirxên kurdan li ser gelê ku serê xwe li hember, siyaseta wê ya dagirkirinê û feraseta wê ya yek al, yek ziman, yêk ol û yek neteweyî re danexe, , çavtirsandinekî bide çêkirin.
Divê em vê baş bizanibin ku şovenîzm û nijadperestiya devleta Tirkî, rehmê nake û wê neke jî. Lewma tu hêviyên ku em ji hişmendiyeke wiha bikin nîne. Weke gelên li bakur û rojhilatê sûriye, ku niha di xweseriya xwe û pêşdebirina şoreşê de bi israrin, her tim bi gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkî re rûbrû ne. Êrîşa herî dawî ya li dijî mala Rêber Abdullah Ocalan ya li gundê Elpelûrê yê girêdayî kantona Kobanê kir. Ev êrîşeke li ser fikr û felsefeya ku gelê bakur û rojhilatê sûriye li ser jîyan dike ye. Ev ne êrîşa destpêkê ye û em vê baş dizanin ku ewê ne ya dawî jî be. Ji bo ku şoreşa bakur û rojhilatê sûriye ya ku bi fikr û felsefeya azad pêşketiye tesfiye bike çi ji destê wê bê ewê bike.
Êrîşên dewleta Tirk, yên ji destpêka aloziya sûriye û yên heya niha, ji bo têkbirina hêvî, bawerî û îradeya gelên herêmê ye.
Niha li vir em qala firsanda dikin, wê demê ya ku ji me tê xwestin em firasanda nedin dijminê xwe. Çareya me ewe ku, di serî de li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkî û her cûre êrîşên hêzên ku dijberiya azadiya gelan dikin, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Bi gelên azadîxwaz re li hember vê faşîzma çavsor, wek gelekî berxwedêr divê em têkoşer, şerker û şoreşger tev bigerin. Em rewşa herêmên ku hatine dagirkirin û mirinên rojane yê ku civak di wan herêman de bi cûreyên herî dermirovî jiyan dikin dibînin. Lewma ders derxistin giringe û rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe bi zanebûna van rastiyiyan pêşxistin çarenûsa me ya jiyaneke azad e.
Yanî çarenûsa me di destê me de ye, di rêxistinbûyîn û xurtbûyîna me de ye. Têkbirina dagirkeri û êrîşên desthilatdariyê wê çarenûsa me ya azadiyê be.






