Navenda nûçeyan
Bi merasîmeke biheybet şêneyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên leşkerî û sivîlan yên girêdayî Rêveberiya Xweser şehîd Xalid Milhim Isman spartin axê. Şehîd xalid bi guleyên çeteyên Dîfa Alwetenî 20 Nîsanê şehîd ket.
Îro di seat 11an de li mazarê şehîd Delîl Saroxan merasîm dest pê kir. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê saziya Malbatên Şehîdan Mesûm Hesen axivî û got ku ji bo parastina xaka xwe şehîd canê xwe dikin qurban, şehîdên me cihê rêzgirtinê ne, şehîd saxin namirin. Herwiha birayê şehîd Xalid yê bi navê Dilovan Isaman bi navê malbatê axivî û bi lêv kir ku ewê li ser şopa şehîd Xalid bin heta herêmên me rizgar bibin û daxwaziya derxistina çeteyan ji Qamişlo kirin. Wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî kirin. Di dawiyê de malbat û hevalên şehîd Xalid cenazeyê wî di nava dirûşm û tilîliyan de spartin axê.







