Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ilisu, tecawiza dîroka Kurdistanê ye!

20/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Bi navê “qenciyê” çêkirina Bendava Ilısuya Heskîfê, derbeyek mezin li dîroka Kurdistanê xist. Di 17’ê vê mehê de, li ser avakirina Pira-2’an a Heskîfê, R.Erdogan, pesindariya vê “xizmeta” xwe kir û êrîşî ser ên li dijî vê Bendavê derket kir.

Li Tirkiyeyê, jibo bazirganên bajarekî tê gotin ku “dikarin diya xwe boyax bikin û bifroşin bavê xwe”. Hema R.Erdogan jî, li ser gelê Kurdistanê û Tirkiyê bi heman zihniyetê, bazirganiyê dide meşandin. Lewma, 19 sal in, dikare ewqas însanan bixapîne!

Îca em vegerin ser mijara Heskîfê û bi giştî kiryarên wê zihniyeta wî ya xerabkar a li ser Kurdistanê.

Ji xwe di çarçova projeya netew-dewleta Tirka de, nav û naverokên her tiştên Kurdistanê; ji mirovan heta bajar, gund û hwd.hemuu ekolojî, diva bû bihata tine kirin an bihata guhertin/hilandin/asîmîle kirin.

Li ser vê projeyê, Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salî jî, kete ber êrîşa vê dewleta metinger û destdirêjî/tecawizê despêkir. Ji nav despê kirin, navê Hasan Keyf lêkirin. Lê li goreyî dîroknasan, navê wê yê dîrokî bi kurdî ye û ji Hesan Kef an ji Kevir Heste tê. Hesan, kevirê tûj kirina kêran, biviran, das û qalûçkan e.

Eger navê xwe ji Kevir Heste girtibe, heta dema dereng jî, hinek pîremêran, ev kevirê agirjenê, şwûna çaqmaq bi kartanîn û pirtir ji bo cigare pêxistinê dixebitandin.

Em vegerin ser zîhiyet û siyaseta R.Erdgoan a bi giştî li ser Kurdistanê dide meşandin. Divê were qebûl kirin ku heta nuha kesekî weke vî kabirayî, di derew û xapnadinê de nehatiye dîtin; ji vî karî re hunermendeki bê hempaye!

Him dibêje “Kurd birayên min e”, him jî dibêje “jin be, zarok be kî dibe bila bibe divê werin kuştin” û wisa jî dike. Him dibêje “asimile, gunehê herî mezine”(li Elmanya), lê vî gunehî ew bi xwe dike. Jiyana wî tije nakokiye û di vê nivîsê de hilnayê.

Bêgûman armanca wî û dewleta wî ya sereke; tinekirin an hilandina dîrok û çanda gelê Kurdistanê ye. Lewma em dibînîn kîjan cih û war û baweriyên dîrokî û bingehî yê vê civakê hebin, bi giranî êrîşî wira dike. Piştî bendavên Ataturk û yên din li ser Feratê; binavkirina Zeugma û hinek deverên din, Ilisûya Heskîfê jî temam kir.

Li aliyê din, zincîra vê qirkirina dîrokê ya baweriyê jî heye. Armanca êrîşa li ser Şingalê ya gelê me yê Êzîdî û li gel vêna baweriya Elewiya, mînakên li ber çavane. Êdî ji aliyê herkesî ve hatiya qebûl kirin ku reh/koka resen a gelê Kurd, Êzîdî û Êzîdxane. Ji xwe armanca zihniyet û siyaseta wan jî birîna reha dîrokî ye, tunekirina çand û pîroziyên civakê ne. Lewma ne li Şingalê-Êzîdxanê tenê, li Bakur û Rojava û Rojhilat jî armanca sereke ya wan, gelê me yê Êzîdî ye.

Ev zîhniyet û siyaseta R.T.Erdogan û dewleta wî, bêgûman ne bi serê xwe ne. Parçeyek ji siyaseta hegemonên cihanî ne. Lewma zihniyet û kiryarên wan û DAIŞ’ê weke hev in û desthilatiya cîhanî bêdeng e. Ji xwe gelek caran aşkere jî bi hev re kar dikin. Mînaka kiryarên DAIŞ’ê yên li Şingalê, Mûsilê, Palmîrayê û hwd.çi cudahiya wan ji kiryarên R.Erdogan hene?

Xwedê zane, êdî hatine qonaxa xwe ya dawiyê. Bi saya berxwedana gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê, êdî ji raya giştî re baştir hatine xuya kirin.

Ew destdirêjayî/tecawiza wan a li ser çand û pîroziyên Kurdistanê û di heman demê de ev êrîşa li ser mirovahiya cîhanî, nema ji wan re diserife, ew ber bi sergoyên dîrokê ve diteqizin!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.