Zekî Bedran
Em dizanin ku sîstema kapîtalîst guloka pirsgirêkan ya aborî û siyasî ku xwe gihandiye felaketa derdorê jî rojbiroj mezintir dike. Her ku hevpar û sermayeya di destê wan de mezin dibe mirov piçûk û bêqîmet dibe. Şer û nakokî kûr û belav dibin. Ciyê herî zêde ev rewş bandorê lê dike Rojhilata Navî ye. Rojhilata Navî, li gel xizanî, kevneperestî, rejimên otorîter û talan bêsînor, bi destwerdana hêzên emperyalîst di nava xwîn û birînan de ye. Li Rojhilata Navî rewşa Kurdan jî ji felaketa mezin û trajediyê wêdetir, bi qirkirinê re rûbirû ye. Bi taybetî serê vê polîtîkaya qirkirinê Tirkiye dikişîne. Avabûna Tirkiyê jixwe bi qirkirinê re çêbû. Ermenî, Rûm û Asûrî hatin tinekirin. Ev sed sal in jî Kurd di nava pencên tinekirinê de ne.
Niha bedelê herî giran yê pêvajoya ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê 3. dîsa gelên Rojhilata Navî didin. Bi taybetî li Sûriyê roxîn û felaketa gelan heye. Hêzên mezin yên dinyaê û desthilatdarên herêmê tev bi rengekî tevlî aloziya li Sûriyê bûn. Lê projeya yekê tenê jî ya çareseriyê nîne. Rûsya ji bo desthilatdariya xwe dixebite Esed û Beesê li ser piyan bigire. Emerîka dixwaze bi lewazkirina Bees û Îranê Isralîlê bixe binê ewleyiyê. Tirkiye jî dixwaze dagîrkeriya xwe mayînde bike, destkeftiyên Kurdan tine bike û Ixwaniyan bike desthilat. Bi kurtayî derdorên desthilatdar têkoşîna serdestiya berjewendî û polîtîkayên xwe didin.
Gelo wê gelên Sûriyê wê razî bibin ku kesin din derbarê paşroja wan de biryaran bidin? Ev pirs bingehê pirsan tevan e. Yan wê gel dîsa ji aliyê serdestan ve teslîm bên girtin û wan ji bo berjewendiyên xwe feda bikin, yan wê bi navê xwe bibin xwedîhebûn. Riyek tenê heye ku gelên Sûriyê bi navê xwe biryarê bidin û bibin xwedîîrade; ew jî xwebirêxistinkirin, yekîtî û itîfaqa demokratîk e. Du aliyên vê itîfaq û yekîtiyê hene. Ya yekê, ku Kurd di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Ya duduyan jî itîfaqa di Kurdan, Eraban û civakên din de ye. Çawa ku tê zanîn di şkandina DAIŞê de roleke mezin ya Kurdan hebû û pêşengî jê re kirin. Kurd di nava çar dewletan dehatine parvekirin. Di navbera wan de sînor hatine xîzkirin û di binê zordariyeke mezin ya van dewletan de ne. Ji bo ku nebin yek bi dizî û eşkere gef li wan tên xwarin û berjewendiyên xwe bi ser wan de disepînin.
Kurdên li Sûriyê miliyetgirî, dîncîtî û mezhebcîtî nekirin. Bi çavê biratiyê li bawerî û çandan nêrîn. Ji Minbicê heta Dêrik, Dêrazorê û Efrînê qadeke demokratîk û azad afirandin. Wisa kirin ku ev herêm hem bûn rizgarkirin, hem ji bo Sûriyê bûn modelên demokratîk. Ev model bi hevgirtina Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Ermenî û Tirkmenaan hat afirandin. Lê Kurd jî di nava xwe de ne xwerû ne. Weke her civakan çîn û fikrên cuda hene. Bi taybetî hin komên weke ENKSê bawer nakin ku wê bikarin nasnameya xwe ya neteweyî û mafê xwe bi hêza xwe û têkoşîna xwe bi dest bixin. Bawer dikin ku wê hêzên derve hin maf bidin wan. Komên ku navê itîlafê li xwe kirine û bi giranî Ixwanî ne, van derdorên Kurd bi wan re itîfaq kirine. Lê li Sûriyê ti bandora wan nemaye. Di nava wan de yên bûyîn sîxur, bi taybetî bi Tirkiyê û bi partiyên Kurdan yên li derveyî Sûriyê ve hatîn girêdan û destûrê ji wan digirin hene. Ev kes hê ji bo dewleta tirkî û çeteyên wê yên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirîn nabêjn dagîrker. Di rewşeke wisa de yekîtiya di nava Kurdan de pir zehmet e. Hêza Kurdan ya sereke li hemberî dagîrkeran şer dike, ENKSyî bi van dagîrkeran re di nava itîfaqê de ne. Ev jî karê dagîrkeran hêsan dike. Ji bo wê riya paşroja Sûriyê ewleyiya hebûna mafê Kurdan di yekîtiya nava Kurdan û itîfaqa bi Ereban re derbas dibe.
Ji bo wê li Sûriyê pirsgirêka herî girîng ku Kurd hem di nava xwe de hem bi Ereban re yekîtiyê çêkin. Divê rewşenbîrên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî û Tirkmen, welatparêz û derdorên demokratîk giraniya xwe bidin ser vê mijara yekîtiyê.






