Faruk Sakik
Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana sala1898’a de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedîrxan li paytexta Misirê Qehireyê, dest bi weşanê kir. Mîqdad Mîdhed Bedirxan, sedema weşandina rojnameyê wiha anîbû ziman:
“…Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime. Di vê rojnameyê de ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, bazirganiyê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”
Kurdan demên dirêj rojname û kovar li ser vê bingehê û armancê derxistin. Rojnameyên wan dihatin qedexekirin, sansorkirin, cezakirin, lê biryardariya kurdan a derxistina rojnameyan bi dawî nedibû.
Di serdema me de ragihandina Kurdistanê, ji ber statu û têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe gelekî nikaribe qala wan tiştên ku Mîqdad Mîdhed Bedîrxan dixwest, bike. Dibe ku aliyê îdeolojîk pir derketibe pêş.
Dibe ku Medya Kurdan xwe li gorî şer û têkoşîna azadiya Kurdistanê dîzayn kiribe.
Ji bo vê yekê jî, hin kes derdikevin û politîkayên weşana îroj rexne dikin. Rexneya herî mezin jî; Çima ragihandin di bin siya tevgera azadiyê de dimîne? Çima weşaneke Kurdistanî nîne? Bersiv: Tevgera azadiyê bixwe Kurdistanî ye.
Lê ev kes jî bila baş bizanibin heger di dema Rojnameya Kurdistan de bi navê PKK tevgereke kurdan hebûya, wê di hemû rupelên Rojnameya Kurdistan de jî behsa ‘Şerê Garê’ bikira. Wê behsa zilma dagirkeran bikira. Bi tenê wê di rupelên xwe yê 9 û10an de cîh bida çand, huner û ziman.
Îro hemû weşanên dîtbarî û nivîskî ji azadiya Kurdistanê re xizmetê dikin. Ew têkoşîna ku tê dayin jî, ji bo di pêşerojê de hejmara rupelên çand, huner û ziman zêde bibin tê dayin.
PKK li aliyekî li dijî dagirkeran şer dike û aliyê din jî, ji bo parastin û pêşdexistina çand, ziman û hunera kurdî, têdikoşe.
Piştgirî û pêşengtiyeke mezin ji gelek sazî û dezgehên ragihandinê re dike û kiriye. Ev xebatên xwe û şerê xwe bihevre birêvedibe.
Di serî de Tirkiye dagirkerên Kurdistan, ev xebat û helwesta azadiya Kurdistanê dîtin. Ji bo vê yekê êrîş kirin. Bi dewletên Ewrupî re lihevkirin. Tirkiye bertçl û tawîzên mezin da dewletan ku ev sazî û dezgehên ragihandina kurdan werin qedexekirin an jî girtin. Me di doza girtina Med Tv û Roj Tv de ev yek dîtin. Herdu Televîzyon di encamên hevdîtinên bi vî rengî de, hatin girtin.
Ew dijmin e û bi van kiryarên xwe li gorî xwe mafdar e. Lê hin kesên kor û xwedê giravê Kurdîstanî ne, van xebatêbên tevgera azadiyê nabînin.
Mîqdad Mîdhed Bedirxan, dibêje; Ezê di vê rojnameyê de ‘nîşanî kurdan’ bidim. Bi tenê behsa kurdan dike. Lê medya kurd îro ji bo ku kurd û Kurdistanê bi tevahiya cîhanê bide nasandin weşanê dike. Ji kurdan re eniyek têkoşînê ya nû vedike.
Mijarek e din a nîqaşê jî, zimanê ragihandinê ye. Zimanên dagirkeran di weşanê de tên bikaranîn. Du sedemên vê yekê hene. Yek; Ji bo kesên ku ji ber sedemên Asîmlasyona bi salan, bi kurdî nizanin. Du; Kesên biyanî û gelê civaka dewletên dagirkerê Kurdistanê. Li vê derê armanc danasîna doza Kurdistanê ye.
Haa, dibe ev yek were xwestin û mafekî di cîh de be jî; Zimanên biyanî û zimanê kurdî biqasî hev di weşanan de cîh negirin. Hebûna zimanê biyaniyan dibe sedem ku kesên xemsar bi zimanê kurdî naxwînin û temaşe nakin. Ev trajediyek bû. Îro jî heger hûn di nava civakê de bipirsin jî, wê her kes behsa bernameyên bi zimanê Tirkî bike.
Çapameniya Kurd a îro tiştekî din ê pîroz jî dike. Qelema hevalên xwe yên şehîd li erdê nehiştiye û û ji bo pêkanîna hêviyên wan, dixebite.






