Zehra TUNÇ
Di baweriya Êzidiyan de sala nû bi meha nîsanê despêdike. Ji xwe li gorî salnameyên Rojhilata Navîn meh ji roja 13’ê ve tê hesibandin. Êzidî jî, li gorî heman salnamê diçin û roja piştî wê 14’ê mehê ango çarşema duyemîn a despêka nîsanê, roja despêka serê salê û ji nûve giyan dayina gerdun û jiyanê ye. Bi vê bûneyê heftiyeke pîrozbahiyên Çarşema Sor derbasbû. Her çendî ji ber nexweşiya koronayê îsal bi girseyî nebe jî cardin bi komên biçuk, li gorî wateya wê hat pêşewazîkirin. Herî zêde jî jinê amadekarî û pêşengiya van çalakî û pîrozbahiyan kirin û keda destê xwe tevlî bereketa axê û malê kirin.
Ji xwe ji 4’ê Nîsanê ve bi armanca ji nûve şînkirin û jiyan dayîna Şengalê tayîbetî li goristanan û cihên pîroz, bi pêşengiya TAJÊ’ê çandina daran dewam dike. Bi şînkirin û parastina xwezayê re, çanda giringîdayîna meha Nîsanê jî dide jîndarkirin. Di navbera 4’ê Nîsanê û 14’ê Nîsanê de jin çun serdana Perestgeha Şerfedîn a ku sê sale kesê nekariye biçe ser. Jinan xwe gihandin perestgeha xwe ya herî pîroz û ji bo parastina Şengalê dua xwendin.
Ji hucreyên gelên Rojhilata Navîn ên herî kevnar, Êzidî ji ber parastina çand û baweriya xwe hîna jî bi fermanekê din re ru bi ru ne. Dîmenê 3 yê Tebaxa 2014’an hovîtiya bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi serê wan hat, di hişên her kesekê de hîna zindî ye. Ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû, bi pêşengiya şoreşgerên weke Nûjiyan û Bêrîvanan, jinên Êzidî xwe rêxistin kirin û cihê xwe di çeperên parastinê de girtin e. Bi baweriyek mezin li xwe û axa xwe xwedî derdikevin. Wan bi çavê xwe dît ku dema parastina wan bi hêviya hinek dinê ve be, ka çî bi serê wan hat û dawiya wê çawan bû. Ew ji serboriya jiyana Dayê Rewşê ya 111 salî ku xêzên li ser ruyê wê, janên demboriya jinên Şengalê nîşan dide. Hinek caran li kêlekê rudinin û demboriya hîna di binhişiya wê de weke îro zindiye. Guhdarî dikin û hîn zêdetir ji bo ku êşên wiha carekdin neyê jiyîn li ser difikirin ka divê çi bikin.
Dayê Rewşê hê zarokek biçuk, bê dayik û bav dimîne. Kî dizane di kîjan fermanê de bêxwedî maye û gund bi gund geriyaye, heta kariye li jiyanê bimîne. Ji ber bêxwedîbûnê di temenê biçuk de tê zewicandin û dibe xwedî zarok. Bi xwe şeş fermanên dinê bi çavê xwe dîtiye û êşa herî giran jî weke bi xwe tîne ziman fermana 3 yê Tebaxa 2014’an bûye. Piştî azadiya Şengalê, dema ji destê çeteyan tê xilaskirin û vedigere, Şengalek wêran dibine. Ne mal, ne can tiştek weke berê nemaye. Li ser şopên hemû fermanên bi çavê serê xwe dîtiye, jiyanê ji nû ve avadike û derketina rojê weke ku herî xweş li Şengalê ye, dibe çavkaniya jiyana wê. Her roj berî hilatina rojê radibe û bi amadekarî, tîrêjên wê yên li ser çiya hêdî hêdî xwe berî nava malan dide pêşewazî dike û pêre duayên ji bo parastina Şengalê dike.






