Fener…..15.4.2021
Idrîs Henan
Di dîroka têkîliya Kurd-Rûsan de, her vîna gelê me li berjewendiyên Rûsan qelibiye. Em pir dûr nerin û tenê ji salên 1946 û vir de werin, em dê bibînin ku Rûsyaya Stalîn piştî ku bi şahê Îranê re li ser xetên petrolê li hev dike, herdu komarên Kurdî û Azarî difiroşe contaya Îranê û rê li ber tunekirina Kurdan vekir.
Piştî wê li Başûrê Kurdistanê berê xwe dide mala Barzanî. Lê bi darbeya Abdulkerîm Qasim a 1958 re, carek din kefa berjewendiyan girantir dibe û li ser hesabê têkîliya bi celadan re, jiyana kurdan davêje nav agirê qirkirinê. Tevî ku deriyên xwe ji mala Barzanî re vedike, lê ev rewş heya serdema dîktator Sedam Hisên derbas dibe. Bi êrişa Amarîka ya li ser Îraqê û şêwegirtina statuya Kurd re, şîrketên Rûsî yên petrolê gelek hevpeymanan bi hikûmeta mala Barzanî re îmze dikin. Lê dîsa jî kefa berjewendiyên Rûsya li meyla Bexda, Tirkiyê û Îranê bû. Helwesta Rûsyayê ya li hemberî referandûma payîza 2017`an pir bi zelalî diyar dike ka dilsoziya wê bi dozên gelan re ta kuderê ye?.
Dema em berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê, hewce nake me gelek biaxivin. Tenê em rêdan û koordîneya êrişên li ser Efrînê bi bîr bînin, têrî fêmkirina mekanîzmeya şiklê têkîliyên ku Rûsya dixwaze ava bike, dike. Mirov baş têdigihêje ka qabana pîvanê li cem Rûsya bi çi rengî ye?.
piştî sê salan û zêdetir li ser dagirkirina Efrînê, îroj heman Rûsyaya Stalîn e ku bazarê li ser giyana gelên Sûriyê dike. Li tevahî xeta Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ji Bab, Cerablûs, Ezaz, Efrîn û Idlibê bigire, heya navend, başûr û rojavayê Sûriyê were, xistiya mijara bazarê. Şêl û bêlên xwe yên li Ukranya, Lîbya û Karabaxê li Sûriyeyê safî dike û hewl dide bi rêbazên şantajê bazarên xwe bibe serî.
Bê guman kesek nikare rol û bandora Rûsyayê li herêmê û bi taybet di çareserkirina aloziya Sûriyê de înkar bike. Aliyê navneteweyî de jî welatek xwedî tesîr e. Lê ew nayê wê watetyê dê ew jî karibe heya dawiyê van siyasetên xwe yên qirêj Ii dijî îradeya gelan bimeşîne. Rengê têkîliyên demokratîk ên li ser bingeh dadwerî, wekhevî û mafan ku bi Şoreşa Rojava re hatine avakirin, hesabên gelek hêzên hegemon ên weke Rûsya serûbinî hev kiriye. Him aliyê diplomatic û him aliyê leşkerî ve. Hemû jî tûşî rêzgirtina ji vîna gelan re kirine. Lê dûvê sîstemê çiqas di qêlib de jî bimîne her xar e. Ew jî xwe dispêre hişmendiya paradîgmaya serdest a her tiştî fedayî berjewendiyê xwe dike ye. Ango hişmediya daristanê ya şîdet û daqurtandinê ye. Ev jî nayê wê wateyê ku van sîsteman dev ji wê kevneşopiya xwe berdane. Şiklê itîfaqên li ser xaka Sûriyê pêşketine, tam berovajî wê isbat dike. Lê vîna gelên ku li derveyî sînorên wan xwe birêxistin kirine, awantaja wan ji dest biriye û beşek sereke ji insiyatîfê xistiye destê berxwedêran. Gihaştiye astekê ku her liv û lebateke wan li dijî îradeya gelan, vediguhere bikeftinek mezin ku nikarin ji bin derkevin. Îro jî li ber wan tenê çeka xapandinê ya kevin maye. Lê ew jî li stûya wan aliye. Bikaranîna wê di vê demê de, firsendên qezencê kêm dikin. Ji lew re her di nav hesaban de ne ku hewldanên gefwarinên li Eyn Îsa û Til Rifetê nîşaneyên wê ne. Kî çi lebatek şaş bike, wê tiştên bi salan qezenc kiriye wenda bike. Îorj jî Rûsya li ber ezmûnekî wisa ye ku têkîliya wê ya berjewendiyan bi Tirkiyê re, ew aniye keviya wendakirinê.






